Polîtîk

Îraqa medenî bidawîhat

Parlamenterekê parlamentoya Îraqê dibêje ku, piştî qanûna Heşda Şebî li parlamentoya Îraqê hat hat qebûl kirin, êdî mirov dikare bêje Îraqa medenî bidawîhat.Erefat Kerem endamê parlamentoya Îraqê di daxuyaniyekle xwe de bo malpera kdp.info dibêje parlamenterên Şîye deng ji bo pesindkirina qanûna Heşda Şebî da, her şiqa hema piraniya parlamenterên Sine civîna parlamentoyê boykot kir jî, lê ew qanûn ji aliyê parlamenterên şîye ve hat qebûl kirin.Kerem dibêj ku lo gor wê qanûnê, hêza Heşda şebî dê dîrekt ser bi serokwezîrê Îraqê be û her devera pêwîst be dê dê hêz ji bo wê deverê bişîne. Ango berjewendiyên şîye li ju derl bikevin xeterê dê ew hêz li wir şer bike. Niha tê gotin ku piştî şerê DAÎŞ li Îraq bidawî dibe, Heşda Şebî diçe Suriyeyî rijêma Esed biparêze.Dema berî du salan DAÎŞê êrîşê Îraqê kir û heta nêzîkî Bexdayê çû, li ser fetwaya rêberê Şîye li Îraqê Elî Sîstanî hêza Heşda Şebî hat pêkanîn û roj bo rêje berfirehtir dibe û çekdarên wê zêdetir dibin. Dihat gotin ku piştî şerê DAÎŞ bidawî tê divê ew hêza Heşda Şebî hilweşe û nemîne, lê şîyan lez kir û qanûnek ji bo bi qanûnîkirina wê hêzê li parlamentoya Îraqê pesind kir.

Back to top button