
Joe Biden Cîgirê Serokê Amerîka bi rêya telefonê peywendî bi Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê kir.Li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Amerîka pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî û malbatên wan hemû Pêşmergeyan kir ku li şerê terorîstên Da’îş da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne. Her wiha ji bo wan serkeftinên li beranber terorîstan da bi dest ve anîne, pîrozbahî û destxweşiyê li hêzên Pêşmerge kir.Li beşekî dinê vê peywendiyê da her dû alî hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê bi başî wesif kirin ku destkeft û serkeftineke ber bi çav bi dest ve anîne û bi pêwîst zanîn ew hemahengî berdewam bibê û Cîgirê Serokê Amerîka piştgîriya welatê xwe ji bo wê hemahengiyê dûpat kir.Her li vê peywendiyê de Serok Barzanî spasî Amerîka kir ku palpiştê hêzên Pêşmerge û hemahengiya li gel hêzên Iraqê de bûye.