Cîhan

Îran:Zindana Evîn de 8 kes mirine

Dezgeha dadwerî ya Îranê daxûyakirin ku hejmara qurbanîyan di encama agirê li zindana Evîn ya Tehranê de gihiştiye heşt kesan.

Agirê di nav zindanê de roja Şemîyê çê bû û li gor medya fermî ya Îranê piştî çend demjimêran hate vemirandin bêyî ku ti girtî ji zindanê birevin.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanekîyê got ku ew raportên derheqa zindana Evîn dişopînin.

“Peywendîya me bi Swîsra re heye, wekî welatê ku nûnertîya me li wir dike. Îran bi tevahî berpirs e hember ewlekarîya welatîyên me ku bê sûc hatine girtin û divê demûdest werin berdan,” wezaretê got.

Di nav girtîyên zindana Evîn de hinek hemwelatîyên Amerîkî yên bi eslê xwe Îranî jî hene.

Rêxistinên mafên mirov desthilatdarên Îranê bi wê yekê tawanbar dikin ku ew binpêkirinan li dijî girtîyan pêk tîne. Girtîgeh wekî cihê serekî yê zindankirina çalakvanên sîyasî tê zanîn.

Ev bûyer di demekê de hate ku xwepêşandanên dijî hikûmetê piştî kuştina keça Kurd Jîna Amînî ketin hefteya xwe ya pêncan.

Back to top button