Îranê av girt, şêniyên Qeladizê bê av mane
Ji ber girtina bi temamî ya ava Zêyê Biçûk ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, arêşeya ava vexwarinê ji bo şêniyên Qeladizê çê bûye.
Ji bo çareseriya wê arêşeyê jî, Birêveberiya Pirojeya Ava Xas ku ava vexwarinê ji bo şêniyên Qeladizê dabîn dike berbestên demkî li ber rêjiyên pirojeya xwe çê kirine, ji bo ku bikare ava çavkaniyên navxweyî vebigire, ku dirijin ser Zêyê Biçûk.
Berpirsên wê pirojeyê dibêjin ku, ji bo niha ew arêşe bi awayekî demkî çare bûye û dest bi parvekirina ava malan hatiye kirin lê ew çareserî demkî ye.
Birêveberê Pirojeya Ava Xas Marif Mehmûd ji aliyê xwe ve ji K24ê re ragehand, “Îsal ji ber zêdehiya rêjeya baranan, ava çavkaniyên navxweyî baş bûye û dema dirijin ser Zêyê Biçûk, em pêdivîtiyên xwe jê dabîn dikin.”
Marif Mehmûd herwesa got, “Ji duhî ve Îranê ava Zêyê Biçûk girtiye, me ji bo vegirtina avê dest bi nûjenkirin û çêkirina berbestên li ber pirojeya xwe kiriye, niha me ew arêşe bi awayekî demkî çare kiriye û em ava vexwarinê li ser welatiyan parve dikin.”