Polîtîk

Îran zixtê li Barzanî dike daxwaz û şertên xwe kêm bike

 

Li gor rojnameya Elalem ku, li Îraqê bi zimanê erebî weşana xwe dike, heyeteke Hevpeymaniya Niştimanî (lîsteya Nurî Malikî) serdana serokê Kurdistanê Mesûd Batzanî kiriye ji bon açareserkirina kirza siyasiya Îraqê însîyatîveke du xalî pêşkeşî serok Barzanî kiriye.

Yekem: Encamdana reforman bi awayekî berfireh

Duyem: Eger pêşniyara yekem sernekeft, Nurî Malikî wek serokwezîrê Îraqê li ser hukim nemîne û Tariq Necim ku, ew jî ji lîsteya Şîeyan e, li cîyî Malikê bibe serokwezîr.

Li gor rojnameye navborî Îran û hemû terefên Şîeyan piştgiryê li vê destpêşxeriyê dikin û li gor hindek çavkaniyan ev destpêşxeriya hevpeymaniya Şîeyan bi fermana melayên Îranê ye, lî Îbrahîm Caferî li dijî xala duyem a însiyatîva Şîeyan  e, ji ber ku ew dixwaze li cîyê Nurî Malikî bibe serokwezîrê Îraqê.

 Rojnameya Elalem dinivîse ku, Îran berdewam zixtê li serokê Kurdistanê dike ku, daxwaz û şertên xwe yên ji bo çareserkirina pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kêm bike.

Daxwaz û şertên serokê Kurdistanê evin: cîbicîkirina madeya 140ê, çareserkirina kontiraktên neftê yên herêma Kurdistanê digel kompaniyên biyanî îmza kirine, budceya herêma Kurdistanê, budceya pêşmergeyê Kurdistanê, hilweşandina operasyona Dicleyê, çareserkirina pirsa xetên asîmanî, peywendiyên digel welatên biyamî û çend pirsên din.

 

Back to top button