HYUNDAI li Kurdistanê bi cih dibe

Roja 12ê vê mehê şandeyeke kompaniya HYUNDAI li Silêmaniyê digel waliyê Silêmaniyê Behroz Heme Salih civiya û nûnerên komaniyê behsa pilana xwe ya karkirinê li Kurdistanê kir.

Nûnerê kompaniya navborî got ku, ew dixwazin li Kurdistanê di warê enerjiyê, avakirina fabrîkeya çîmentoyê û çend pirojeyên din yên mezin de sermayeyê xwe birazînin. Berprisên kompaniya HYUNDAI got ku, ew nuha lêkolîn dikin ku, bên li Kurdistanê beşdariyê di encamdana pirojeyên mezin de bikin û bi hevahengî digel kompaniyên navxweyî karê hilbirînê bikin.

Waliyê Silêmaniyê ji nûnerên kompaniya HYUNDAI re got ku, nuha hikûmeta Kurdistanê mijûlî avakirina bajarên industry ye û ji bona avakirina fabrîkeyên memzin zevî li gersê wîlayetên Kurdistanê hatiye destnîşan kirin û kompaniya HYUNDAI jê dikare fêdey ji van îmkanan bibîne.

Behroz Heme Salih daxaz ji nûnerên kompaniya HYUNDAI kir ku, ofîsên xwe li her sê bajarên mezin yên Kurdistanê (Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê) vekin.

Nerîna min :