Civak

Îran: Rewşa Tirkiye û Suudiye, ji Çînê jî xeraptire

Ajansa Xeberiya Tasnim rexne li helwestên tirkiye yên li hember Îranê digre û di derbarê tuşbuyên şewba Corona jî dibêje gelo çawa dibe welateke geştuguzarî de tuşbuyên vê şewba Corona tûne.

Her wiha Tasnim dide zanîn ku li hemû bajarên Îranê rastî vê şewba Corona hatine, li Amerika û Ewrupa gelek welatên din ev şewba Corona heye, gelo çawa çêdibe ku li welateke wekî tirkiye ya geştiyarî ev şewba Corona tûne.

Her wiha rojname dide zanîn ku tirkiye ji ber şerê xwe yê li Suriye û qeyranên aborî van tuşbuyên şewba Corona vedişêre û eşkere nake.

Her wiha rojnameya Sazendegî jî bi serdêra bêdengbûna tirkiye beranber şewba Corona de dinivîse: Rêxistina Tenduristiya Cîhanî daye zanîn ku piştî welatê Çînê, li cîhanê de welatên herî metirsîdar tirkiye û Erebîstana Suudî ye. Dewleta tirkiye û Erebîstana Suudî hejmara tuşbu û miriyan eşkere nakin. Ji ber wê yekê jî metirsiya van dewletan ji Çînê jî xerabtire. Li tirkiye bihaya berû û maskeya 2 lîreyî 250 lîre difroşin û li tirkiye bi deh hezaran welatiyên Çînê heye.

Back to top button