Cîhan

100 sal berê li Rojhilata Navîn Çîkolataya “Korona” hebû

Nêzîkî 100 sal berê zarokên Rojhilata Navîn Koronayê naskiribûn, lê belê wê demê Korona çîkolata bû neku virus.

Malpera kanala “El Erebîye” li raporek da behsa ewe dike, nêzîkî 100 sal berê Korona wekî niha nebû, belku dostê şîrînê zarokan bû.

Raporê bi hurî behsa serhatiyên Koronaya çîkolat dike û dibêje zilameke Yunanî yê bi navê Tomî Xrîsto kompanyayekî çîkolatayê vekiriye, bi navê “Royal” paşê beşeke wê li Misir vekiriye. Xrîsto li sala 1919 dest bi karên xwe kiriye, karê xwe yê çîkolatayê li Misir û Rojhilata Navîn pêşxistiye.

Paşê jî kompanyayeke bi navê “Royal û Korona” vekiriye, heta sala 1963 bi biryara Cemal Abdulnasir kompanya dibe xwemalî û damezrênerê wê yê serekî jî bi vê biryarê aciz dibe û ji Misir derdikeve.

Paşê navê kompanya tê guhertin, lê belê berdewam berhemên wê bi navê “Korona” bi zarokan tê firoştin.

Back to top button