Cîhan
Îran dîwarekî li dora xwe dipîçe
Îranê xistiye di bernameya karê xwe yê avakirinê û ewledarîyê de, ku ew dê di navbera xwe û herêma Kurdistanê, Tirkiye, Iraqê û Afgansitanê de, dîwaran ava bike.
Li gora nûçeya ajansa IRNA ya Îranî, wezîrê navxweyîyê yê Îranî Muhemmed Neccar gotiye, ku wan 160 milliyon Dollar jî, ji bo vê mebestê terxan kirine.
Li gora gotina berpirsên Îranê jî, ev dîwarên han dê ji ber pirsgirêkên ewledarîyê yên wek bazirganîya maddeyên hişbirîn, qaçaxî û karên terorane bihên çêkirin.