Nivîsar

Helwesta BDP-ê xizmetê ji kî re dike?

BDP-ê di referandumê de helwesta xwe bi awayek fermî da diyar kirin. Ji xwe berê jî helwesta BDP-ê di vî warî de dihata zanîn, lê piştî biryara dadgeha destûrî di derbarê paketa guhertinên beşek ji destûrê, hemi partî û aliyên siyasî cardin helwesta xwe  di derbarê referandumê de dan kifşkirin. Helwesta BDP-ê boykot kirina referandumê ye. Dema mirov bi awayek berfireh berê xwe bide helwesta BDP-ê hinek xalên girîng derdikevin hole. Pirsek jî ya herî girîng ewe ku, parlementerên BDP-ê bi xwe çikas baweriya wan li vî helwesta wan tê? Ya di jî gelo BDP di vê helwesta xwe de çikasî îrada xwe ya serbixwe karaniye?

Ev guhertinên di desûrê de çêdibin tu çareseriyekî ji pirsa kurd re nayne. Lê di rastiya xwe de helwesta BDP-ê ne ji bo vê yekêye. Guhertinên di vê pakêtê de bêne kirin tu zererê nade tevgera kurd. Lê pirs eve gelo ev guhertin çêbibin baştire? Yan çênebin? Bê goman her guhertina ku di destûra cunta faşîst a 12-ê îlona 1980-ê de çêbibin başe û dikare bibe sedemê pêkanîna zemînek ji îro baştir. Herkesek xwedî wijdan dixwaze ev destûr ji nûve bête çêkirin herweha destûrek nûjen ku di tê de mafên kurdan jî bêne misogerkirin daxwaza her kurdekiye. Lê dema ev pêknewê nayê wê mane ku mirov vê bike sedem û helwestê li dijê guhertinên di rojevê de derkeve.

Dema prosesa vekirina demokratik destpê kir û guhertina destûrê hate rojevê, firsendek mezin kete di destê BDP-ê ji bo platformek hevbeş di nav kurdan de pêkbîne û daxwazî û pêşniyarên kurdan bi rêya vê platformê bêxe rojeva siyasî. Lê BDP di pratîkê de ji vê revî û xwe di bin hinek bûyerên rojane de veşart û helwesta hukumetê taybetî ya AK-Partiyê kir sebeb û dijê guhertinan derket.Rewşa Ak-Partiyê  kifşe çewene. Ew tucaran nabin cihê çareseriya pirsa kurd, lê îro şerek vekirî di navbera kemalist û vê partiyê de heye, dive kurd di vê qonaxê de li gora berjewendiyên xwe bibin xwedî helwest. Lê di rastiyê de di helwestên BDP-ê de pîvan ne berjeweniyên kurdan e.

Ji partiyên kurdan Hak-Par û KADEP ne di parlementoyê de ne. Lê hêza wan çibe bila be, helwesta wan ji bo tevgera kurd girînge. Di derbarê guhertinên destûrî û referandumê de dîtina xwe eşkere kirin, her çikas van guhertinan wek çareseriyekî nabînin û hukumetê di vê derbarê de rexne jî dikin, erêkirina van guhertinan baş dibînin û dê referandumê de wê bêjin erê.Ev diviya helwesta hemî kurdan bûna. Ev herdu partî dive di referandumê de li vê helwesta xwe xwedî derkevin û di praktîkê de kar bikin.

Gelek caran mirov rexna li BDP-ê dike û helwestên wan di parlementoyê de û li himber hinek bûyeran rexne dike. Dema ew tên rexne kirin daxwaz ewe ku ew çewtiyan nekin û di parlementoyê de erkên xwe pêkbînin. Belkî di vê derê de neheqiyek li BDP-ê û parlementerên wan tê kirin. Di rastiya xwe de, BDP-ê bi xwe tu caran xwe wek navnîşana çareseriyê nedane nîşandan. Dema daxwazek hatiye kirin wan navnîşana Îmralî û Qendîlê dane. Ji bo vê ew kesên ne xwedî îrada xwe ya serbixwebin û ne serkanîya helwestên xwe bin, divê newin rexne kirin jî.

Di referandumê de tişta BDP dixwaze pêknaye. Dixweyê xelkên di hilbijartinan de deng dayîn BDP-ê, wê hemî referandumê boykot nekin. Yanî wê di vê referandumê de bingeha wan piranî ne li gel wan be.

Dema mirov BDP-ê di eniya CHP-ê û MHP-ê de dibîne ne tiştek başe. CHP û MHP dizanin çi dixwazin, aloz bûna statukuyê û derza dikeve stunên kemalizme bi awayekî xilasiya wan e. Gelo BDP çima ji vê guhertinê ditirse? Çibe bila be ne karê kurdane ku bi tu awayî bibin piştpal ji stunên kemalizmê re.

10.07.2010
Dara Bilek

Back to top button