Polîtîk

Boykot helwesta BDP-ê ye

Li Batmanê civîna berfireh ya berpirsên rêxistina BDP-ê hate darxistin. Di civînê de serokê BDP-î Selahatin Demirtaş axavtinek kir û helwesta partiya xwe di derbarê referandumê de eşkere kir.

Demîrtaş  di vê derbarê de gote ku:“ Em di referandumê de ji guhertinên ku di destûrê de hatîn kirin re, ne dibêjin erê ne jî dibêjin na. Emê referandumê boykot bikin. Em naçin ser sendoqan dengên xwe nadin. Emê bi hemi awayî kar bikin ku yên hilbijartinan boykot bikin serbikevin.“

Back to top button