Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji Prof. Dr. Elî Qeredaxî ra şand

Piştî ku zanayê kurd Prof. Dr. Elî Qeredaxî ji bo serokatiya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Cîhanî hate hilbijartin, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahî pêşkeşî Qeredaxî kir:

Binavê Xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz û hêja Prof.Dr. Elî Qeredaxî silavên xwedê li we bin.Bi minasebta hilbijartina we ya ji bo serokatiya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Cîhanî, Gelek, ji dil pîrozbahiyên xwe pêşkeşî we dikim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim di kar û erkên xwe de serkeftî bî û hêvîdar im ku ev yek bibe hokarê xizmetkirina ola pîroza îslamê, bihêzkirin apeywendiyan di navbera tevaya miletên misilman da û tev mirovatiyê, bilavkirina hizra libihurîn, pêkvejiyanê û redkirina şidetê be.

Careke din posta nû li we pîroz dikim û ji bo hemû gelê me cîyê çanaziyê ye ku li ser astê hemû cîhana îslamî kurdek postekê wisa girin werbigire.

Birayê we
Mesûd Barzanî
serokê herêma Kurdistanê
8.7.2010

Nerîna min :