Me ji aliyê kurdî jî ra gotiye ku şidet û şer meselê çareser nake
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê diyar kir ku herêma Kurdistanê di bizava parastina yek parçeyiya Îraqê daye û di heman dem da bergiriyê ji taybetmendyên gelê kurd jî dike.
Ev li jêr hindek xalên giring ji bersivên serokê herêma Kudistanê ji hevpeyvîna bi rojnameya Şeriqulewiset ya erebî ra:
– Me pêşiniyaza cûdabûnê ji Îraqê nekiriye û em kar li ser yek parçeyiya axa Îraqê dikin û Hewlêr jî paytextê duwê yê Îraqê ye.
Eger rewşa emnî ya Bexdayê ya minasib nebû, hîngê serokê welatên erebî dikariwelatên Erebî li hewlêrê saz bikbin.
– Kombûna me di gel serokê Misrê derfetek bû bo berçavkirina boçûnên me derbarey pirosa siyasî û pêkînana hikûmeta dahatî ya Îraqê, min têbînî kir ku serok Mubarek girîngiyeka berçav dide mesela pêkînana hikûmeta nû ya Îraqê. Me her du aliyan derbarey peywendiyên aborî, bazirganî û rewşenbîrî yên di navbera Misrê û Îraqê bi giştî û herêma Kurdistanê bi taybetî dîtin û boçûn li hev guhartin.
– Em, li ser parastina yeketiya Îraqê bi îsrar in û me bi kiriyar ev yek îspatkiriye. Di heman demê da em di rijdîn li ser parastina taybetmendyên gelê kurd. Eger bihête xwastin ku bergiriyê ji mafên gelê kurd bikin dê yek parçeyiya axa Îraqê li ber çav girîn û me bawerî ya bi dîrok û çarenivîsê hevbeşê ku me digel birayên me yên ereb kom dike, heye. Herwesa em girîngiyeka berçav didin meseleya demokirasiyê li Îraqê, ji ber hindê pêdivîye parastina mafên gelê kurd wesa nehête zanîn ku ew bo cudabûnê bangeşeye.
– Di Îraqa nû da divê gelên Îraqê bi xwe bi rêka pirosesa helbijartinan biriyarê li ser çarenivîsê xwe bidin û desthelatê bidine hevûdu.
– Çend welatên dost handana layenên îraqî dikin da ku lezê di pêkanîna hikûmeta nû da bihête kirin. Aliyên siyasîyên Îraqê divê li hember her destêwerdaneke derekî ku karîgeriya xirab bike ser pirosa pêkanîna hikûmetê,rêgir bin.
– Peywendî yên baş di navbera kurdan û Amirîkayê de hene, lê ew peywendî di xizmeta Îraqê de ne û di xizmeta milletê kurd da nehatine bikar înan, hemû dema em di gel Amirîka di rastgo bûn, min got jî ku xeletiya mezin ya Amirîka ew bû ku li dûv biriyara 1483 Îraq dagîr kir, her weku wezareta der ve û hikûmeta Îraqê bizavên cidî dikin ji bo jêbirina şûnwarên vê şaşiya hatiye encamdan.
– Berî mehekî ez li Tirkiyeyê bûm, derfetek bû bo lêkguhartina dîtin û boçûnan, min digel serokomar û serokwezîrê Tirkiyeyê û berpirsên kurd hevdîtin pêanîn. Ez dilxweş im jî ku vebûnek heye beramber mesela kurdî ji layê berpirsên Tirkiyê ve, her weku siyaseta Tirkiyeyê beramber kurdan pêşve çûneka baş ya bi xwe ve dîtî. Divê bi rêya danûstanndin û çareseriya aştiyane doza kurd li Tirkiyeyê bihête çareser kirin. Berî nuha jî me terefê kurdî jî agehdar kirîye ku bi rêya şidet û şerî mesele çareser nabe.
Rojevakurd-Evro