Polîtîk

Helwesta partiyan û referandum

Dadgeha Destûrî di derbarê guhertina pakêta destûrê de biryara xwe da. Dadgehê hinek beşên pakêtê îptal kirin, lê rê li çîbûna referandumê negirt. 12-ê Îlonê referendum çêdibe. Dê xelk herin ser senduqên hilbijartinê û dengê xwe bidin. Yan wê bêjin erê yan jî na.

Piştî biryara dadgeha bilind partiyên siyasê jî di referandumê de rengê dengên xwe didin kifşkirin. Ji xwe kifşe ku wê Ak-Partî ji bo erêbûna paketê kar bike û ji nihave dest çelakiyên xwe kirine. MHP dê ji bo ku guhertinên paketê newin erêkirin dê kar bike. CHP jî helwesta xwe da kifşkirin dê ew jî wek MHP-ê bêjin na û ji bo neqebulkirina guhertinên destûrî kar bikin.

Heta niha helwesta BDP-ê ne gelekî zelale. BDP-ê li gora ku dixweyê dê dijê erêkirina desturê xwedî helwest be. Dixweyê wê ne wek MHP-ê û CHP-ê herin li ser sendoqan û ji bo neqebulkirina desturê dengên xwe bidin. Ew xwe amade dikin ku referandumê boykot bikin. Yanî neçin û dengê xwe nedin. Eger helwesta BDP-ê boykot kirin be , ew jî bi xwe dibe pişgiriya helwesta CHP-ê û MHP-ê.

Lê heta deqîqa dawî di helwesta BDP-ê de guhertin dikarin pêkwerin. Sedemê wê jî biryara dawî ji ci cihên din tê. Wek din partiyên kurd  yên ji derveyî parlementoyê, her çikas van guhertinan wek çareseriyekî nabînin jî, lê guhertinê gavek erênî dinirxînin û helwesta wan li gora dixweyê dê ji bo erêkirinê be.

RojevaKurd-Nûçe

Back to top button