Polîtîk

Îran bi awayeke fermî zimanê Kurdî qedexe kir

Roja Yekşem 9 ê Befranbarê, Îdareya Perwerde û Barhênan a Kirmaşanê di bexşnameyekê de hereşe ji hemû Mamostayên xwendingehên parêzgeha Kirmaşanê kir ku divê bi tenê bi zimanê Farisî bipeyvin û bi kar anina zaravên Kurdî qedexeye.

Li gor vê belgeyê bi sedema berfireh kirina zimanê Farisî û dewlemend kirina peyv û wêjeya Farisî li herêmên Kurdistana Îranê de, hemû mamostayên xwendingehan hatine wezîfedar kirin ku li axaftin bi her ziman û zaraveke din ji bilî Farisî xwe bi parêzin.

Ev biryar li demek deye ku di yasaya bineretiya Komara Îslamiya Îranê li herêmên cûda cûda yên netewên Îranî wek: Kurdistan, hevceye xwendevan bi zimanê dayikî li tenişt zimanê Farisî ders bête xwendin.

Back to top button