
Îranê îro danê sibehî dest bi topbarankirina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê li sînorî parêzgeha Hewlêrê kiriye.
Pasdarên Îranê jivê sibehê ve deverên Berbizîn li sînorê nahyeya Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê ve topbaran dikin.
Xelkê deverê didin xûyakirin ku, topbarana Îranê li ser deverê berdewam e û gelek teqin li bilindahiya çiyan û nêzikî gundan dikevin.
heta niha nayê zanin ku ka çi zîyan hene.