Gelek cara û taybetî di medya civakî de behsa rastiya siyaseta ku, PKK rêve dibe tê kirin, ev siyaset ji aliyê hinek kesan ve tê rexne kirin. Lê eger Kurdek siyasetmedar yan jî kurdek ku xwe rewşenbîr, hşnermend dibîne heta vê gavê, piştî ewqas bûyer û tufana siyaseta PKKê tê negihabe, ew tu cara jî tê nagihe.
Siyaseta PKKê nayê rexne kirin, yan tu qebûl dikî û dibî kole û mirîd , yan jî tu ji bo rûmeta miletê Kurd biparêzî vekirî li himber vê siyaseta qirêj cih digrî. PKK bi xwe vekirî behsa rastiya xwe dike, li vê derê kêşa ne PKK ye, kêşa ew insanên li dûv siyaseta PKKê diçin û propagandeya wan dikin e.
Bê guman gelek sedem hene ku xelkek li dûv siyaseta PKKê diçe, ew sedem tenê berjewendîne û kesayeta zeyif e.
Gelek cara berpirsên PKKê rastiya xwe dibêjin, lê mirîd naxwazin tê bighin.
Çend wene û gotin ku berpirsên PKKê rastiya xwe dibêjin.
Besê endamê rêveberiya PKKê ye û dibêje: Şengal ne beşek ji Kurdistanê ye, ew parçeyek ji Iraqê ye.
Hatib Dicle, berpirsek kê dozaykerê siyaseta PKKê ye û dibêje: Me ramana dewleta Kurdî avêtiyê serê sergo.Nabê birêz Barzani jî dewletek Kurdî damezirîne. Dewleta Kurd tê wateya mirin û êşa Kurda.
Hanife Huseyn koardinatorê TEV-Demê ye û dibêje:Barzani dixwaze başûr û rojava bike yek û dewleteka Kurdi ragihîne. Em rê nadin vê yekê. Ji bo vê şer li Şingalê çêdibe.
Generalê Tirk dibêje: Ji bo me şerû li gel PKKê ne gelek girînge. Şerek bi kontrola me de tê kirin.Ji bo me ya girîng ewe ku, em nehêlin li başûrê welatê me dewletek Kurdi werê damezirandin.Me karî em Barzanî bi xirabî li Kurdên Tirkiye bidin nasandin, ya girîng ji bo me ev e.