PolîtîkRojev

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsya li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsya li Iraqê Elbrus Kutrashev kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Rûsya li Hewlêrê Olig Levin amade bû, rewşa siyasî ya Iraqê hat guftûgokirin û Serok Barzanî ronahî xiste ser astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û derbaskirina astengî û giriftan.

Di beşeke din a civînê de, guftûgo derbarê rewşa Sûriyê de hat kirin û Serok Barzanî nîgeraniya xwe derbarê paşeroja gelê Kurd li Sûriyê ji şanda mêvan re nîşan da.

Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsya û hevahengiya di navbera her du aliyan, mijareke din a guftûgoyên civînê bû.

Back to top button