Nivîsar

Îradeya gel bilindtirîn îradeye

Dîroka mirovayetiyê pire ji evraz û nişêvan, eve jî bi taybetî li warê rêkxistina karubarê dewlet û desthilatdariyê de tê dîtin. Gelek ji wan kesên hewl dane desthilata xwe bi zorê bisepênin û rê li gel û hemwelatiyan bigrin û beşdar bin li desthilat û têkoşîna gel ya diyarkirina desthilatdar û beşdariya raste rast û ne raste rast li desthilatê vê dîrokê bi rûmet kirine. Dema ku bi nêrîneke felsefiyane li teoriyên dirust bûna dewletê temaşe dikîn her li teorî û bîra mafê îlahî yan bîra civakî bi hemû beşan û bîra hêzdarî û li ser rûyê hemûyan ve bîra girêbesta civakî vê nêrînê ji bo me zelaltir dike. Dema ku evê dawî gelek bi rûnî ‬behsa îradeya gel kiriye ku li ser rûyê hemû îradeyane. Ev babet ji aliyê zanayên diyarê Fransî Jan Jak Ruso û li kitêba wî ya navdara girêbesta civakî zêdetir eşkereye. Hizra vî zanayî ewe mirovayetî ji bi dirust bûna dewlet û danîna desthilat pêkve kombûne û li navbera xwe girêbestek sazkirine û kesek yan çend kesekî diyar kiriye bi navê wan ve ” Bi navê gel ve” li ser desthilat bê û li gor wê destûra ji aliyê gel ve ji bo wan hatiye diyarkirin. Her bi vê yekê ewên ku li desthilatin êdî her kijan ji wan li desthilat, yasadanan, bi cîh kirin, dadwerî, bê tenê ew dikarin li wê çarçêweyê de karan bi rêve bibin ku îradeya gel rê bi wan daye û nabê û nikarin ji vê zêdetir hengavan bavêjin û biryarê bidin. Bi berevajiya vê li dema derketina wan ya ji vê biryarê û îradeya gel, wê demê gel mafê xwe heye rê li wan bigrê û sînor ji bo wan diyar bike. Eger desthilatdar gûh nedê gel û zêdeçûnê li desthilatdariyê bike wê demê gel mafê nehiştin û şoreşê heye û divê desthilatdar ji kar bê dûrxistin. Li warê maf û azadiyan jî wê demê her gel bi xwe bi navê pêkvejiyanê bexteweriya wan maf û azadiyan rêk dixe û desthilatdar tenê çavdêriya wê dike kes maf û azadiya kesên din binpê neke. Bi navê gel ve lêpirsînê ji wan kesan bike ku maf û azadiya hemwelatiyên din binpê nekin. Bi vê wateyê desthilatdar nikare hîç cûre destkariyê li maf û azadiya hemwelatiyan bike. Ev babet peywendîdare bi xelkê bi xwe ve, ‬her ji bo vê yekê jî her guhertinek li vê girêbestê de girêbesta civakî de pêwîstî bi rizamendiya gel heye û paşê jî eve bi rapirsiya gel hatiye rêkxistin ku derbirîna vê rizamendiyê bi belê ya nexêr bersîva wê tê dayîn. Her ji bo vê yekê jî gel çavkaniya desthilate û bi îradeya wê desthilatdaran destnîşan dike. Min vê babetê ji bo wê yekê nivîsand ji ber ku li roja 23 ê hezîrana 2015 li Parlemena Kurdistanê, Serokê Parlemen gelek bi wêrekî dibêje hîç îradeyek li ser rûyê îradeya Parlemen tûneye. Ev rêzdar bi vê temena xortaniyê ve dema hest kir li ser yek ji wan partiyên mezinên Kurdistanê dikare tiştek bike û nûnerê dewletekî Herêmî jî wiha çavdêriyê dike gelek bi xwe bayiyane vê destewajeyê bikaranî. Dûrî li hemû etîketekî axaftinê û karê Parlemenî û rêzgirtina li îradeya ‬xelk, birêzî ji bîra wî çû ku ew bi xwe bi dengê xelkê û îradeya gel ve û piştî çar salê din eger hilbijartin bê kirin divê biçê ber wê îradeyê. Ji aliyekî din ve ew yasayên rehenda nîştimanî heye û çarenûssazin pêwîste biçin ber gel, her diviya wî bi xwe kar bikira li nebûna destûr, rapirsiyê bikira li ser rizamendiya gel ya guhertina li ser sîstema siyasiya wî welatî. Gelo gel raziye mafê dengdanê ji bo hilbijartina Serok jê bistîne û bide Endamên Parlemenê. Di demek da li xula derbasbûyî ya Serokayetiya ‬gel vê mafê mumarese kiriye û wî bi xwe deng pê daye. Bi çi îradeyek dikarê îradeya xwe bilindtir ji îradeya gel bibînin û xwe li ser da bisepênin. Çareseriya vê babetê ku mebesta wî ewe bê binpêkirina beramber îradeya gel nagirê, belku bi vegerana gel û rapirsiyê tê kirin. Hemwelatiyên vê nîştîmanê ji bilî hawara wê yekê dikirin ku li salên derbasbûyî beramber dirêjkirina dema‬ Serokayetiya Herêmê kirine bi vê Serokayetiyê razî ‬bûn. Gelo eve ne bese heta baştir û rastgoyane ji xwe re bibêjin we ajandaya aliyeke derekî yan hinek aliyên navxweyî li ser gelê Kurdistanê da disepênin yan rizamendiya gelê Kurdistanê mebesta we ye, gelo ji bo vê karê îradeya xwe li ser îradeya xelkê Kurdistanê nasepînin? Her ji bo vê yekê cenabê Serokê Parlemen divê bizane ev axaftina wî pêwîst bû gelek bi tundî bihata berberç kirin û jêre bibêjin hêdî. Li bîramine ku dema wî kirin bi Serokê Lîsta Goran gelek bi xwe bayiyane li guftûgoyek da nesîheta aliyekî siyasiya berê ku nakok bûn dikir û niha li dijî PDK hevpeyman dikir û got: Ez nesîhet dikim û wê demê diviya bi xwe de biçuya û rêgirî li helçûna xwe bikira, lê mixabin gihîştiye astekî niha îradeya xwe li ser rûyê îradeya gel bizanî. Gelo eve goranxwaziya we bû, ji bo wê yekê neçar bûm vê bersîvê ji bo we binivîsim û bi germiyaniyane ve ji we re bibêjim: Şikir le kelamit bêt cenabê Parlemen, îradeya gel bilindtirîn îrade û ser rûyê hemû îradeyên dine. Dr Mihemed Xurşîd Tewfîq  

Back to top button