Polîtîk

Kurdistanê biryara serbixweya aboriyê da

Endamêkî Lîjneya Darayî ya Encumena Nûnerên Iraqê ragihand, hingî wê nefta ku li meha hezîranê da ji aliyê Herêma Kurdistanê ve radestî kompanya SOMO kiriye, gelek kêm bûye. Ehmedê Hacî Reşîd Endamê Lîjneya Darayî ya Encumena Nûnerên Iraqê, li nivîsekî da ku li rûpela xwe ya taybetî ya li tora civakî ya facebookê da bi navnîşana Herêma Kurdistanê biryara serbixweyî ya aborî da? divê encama wê jî em hemû li stûyê xwe de bigrîn, belav kiriye. Têda balkişandiye li ser wê yekê ku li meha 06/2015 da, Herêma Kurdistanê 16 milyon û 717 hezar û 102 bermîl neftî henarde kiriye ku rojane dike 576 hezar û 452 bermîl. Her wiha eve jî rûn kiriye ku li vê mehê de 4 milyon û 292 hezar û bermîl neft radestî kompanyayên bi bazar kirina nefta Iraqê SOMO yê kiriye ku rojane 148 hezar û 8 bermîl neft bûye. Eve jî eşkere kiriye, li wê birê neftê da, tenê 194 hezar û 711 bermîl nefta Herêma Kurdistanê radestî kompanya SOMO kirine ku rojane tenê 6 hezar û 714 bermîl neft dike. Bi giştî li meha derbasbûyî de 4 milyon û 486 hezar û 934 bermîl neft ku zêdetirê wê neftê yê kêlgehên Kerkûke, radestî SOMO kirine û rojane 154 hezar û 722 bermîl neft dike. Her li meha derbasbûyî de Herêma Kurdistanê 12 milyon û 230 hezar û 168 bermîl nefta xwe firoştiye ku bi giştî rojane, 421 hezar û 730 bermîl nefta Herêma Kurdistanê hatiye henarde kirin.  

Back to top button