Kultur

Zarok Heta Nîvro Rojî Digrin

İbrahim Sediyani

 

     Îro ji bo Guldexwîn rojek pir girîng bû. Lewra îro Remezan, meha rojîyê destpê dikir.Guldexwîn dûh ji bapîrê xwe Seyda Ehmed û dapîra xwe Dilşa Xanim re gotibû:- Bavo, dayê!… Min jî hişyarê paşîvê bikin. Ezê jî rojî bigirim.Seyda Ehmed û Dilşa Xanim li ser vê daxweza Guldexwîn pir bi kêfxweşî keniyan. Dûre Seyda Ehmed keça xwe kulîlk Guldexwîn girt hembêza xwe û jê hez kir.Seyda Ehmed, ji Guldexwînê re got,- Guldexwîn, Guldexwîn, keça min, kulîlka min! Rojî ji bo zarokan ferz nîne. Ew buna mezinan e. Lêbelê ji ber ku zarok hîn piçûk in, ew tenê heta nîvro rojî digirin. Wexta ku tu jî bi qasî me mezin bûyî, wê çaxê tu jî kanî heta êvarê rojî bigirî.Guldexwîn pir şad bû. Ji bapîrê xwere got,- Divê ez heta nîvro rojî bigirim, bavo?- Belê.Li nîvê şevê Guldexwîn jî tevî bapîrê xwe Seyda Ehmed û dapîra xwe Dilşa Xanim rabû paşîvê.Guldexwîn li paşîvê hêk û hinek jî mast xwer. Wexta paşîva xwe kir, dapîr û bapîrê xwe maçî kir û ket nav cila xwe û ket xewê. 

guldexwîn-1.jpg

 Sibe zû, Guldexwîn mîna her rojê kêfxweş hişyar bû.Wexta cilê rabû, çû devruyê xwe şoşt û hat cem Seyda Ehmed û Dilşa Xanim. Guldexwîn dapîra xwere got,- Dayê! Tooo, min devruyê xwe jî şoşt û ez hatim, lêbelê te hîna sifra xwernîyê amade nekirîye.Dilşa Xanim ber vî gotina Guldexwîn bi deng kenîya:- Hahahahahaha… Guldexwîn, Guldexwîn, keça min, kulîlka min! Qay tu nizanî, em îro birojî ne. Tû jî birojî yî. Ma te jibîr kir?Rojî hat bîra Guldexwîn û got,- Rastîîî… Min qe bîr kirîbû…- Bîrneke Guldexwîn, wexta navêrê bû were mal û nîvroja xwe bike. Tû zanî, zarok heta nîvro rojî digirin.- Hi, hi,. Ez qe bîrnakim.Seyda Ehmed û Dilşa Xanim, porên Guldexwîn a zêrîn mist dan û ji wêra gotin,- Guldexwîn, tû niha çûyî der, sifte here mala Sîyabend. Dê û bavê Sîyabend re bibêje kû, em wan îro bang li fittarê dikin. Bila êvarê bibin mêvanên me.- Hûrraaa, bijîîî…Guldexwîn jî wî xeberê gellek şa bû. Lewra Sîyabend hevalê wê bû. Malbata wan jî êvarê dibin mêvanê wan. Dê bi hevra fittara xwe bikirana.Guldexwîn bi wî şabûnê xwe avit der û bazda mala malbata Sîyabend. Wexta hat ber derî, gazî kir:- Xaltîya Ayşaaaan!…. Xalê Îsmaîîîîl!…Ayşan Xanim û Hecî Îsmaîl, dê û bavê Sîyabend, hatîn ber pencerê û gotin,- Guldexwîn, tu yî keça min! Kulîlka min rindik, çîye, çi bû? Çima wiha peroşdar î?- Dapîr û bapîrê min gotin, ez bêm wera bibêjim, wun îşev dawetkarê fittarê ne. Wexta fittarê bibin mêvanê me.- Himmmm, gellek baş e. Em zor spas dikin were. Bi taybetî em tên mala we. Xwedê xêra we qabûl bike.Guldexwîn tiştek negot, û tenê hustîyê xwe xwar kir. Vî halê Guldexwînê gelekî bala Ayşan Xanim kişand û got,- Guldexwîn, keça mın! Te çima hustîyê xwe xwar kir? Gelo tu şa nebuyî, em tên mala we?Guldewxîn got,- Na, ez gellek şa bûm.- Lê te çima wî çaxî hustîyê xwe xwar kir?- Lêbelê, lêbelê, lêbelê, bila Siyabend jî tev we bê…Ayşan Xanim û Hecî Îsmaîl pir bi deng kenîyan:- Hahahahaha, keça min, keça min! Tu çima ew qasî şêrînî? Porzerika min, bi taybetî Sîyabend jî tevî me tê. Te got qey emê Sîyabend di mal de dihêlin?Guldexwîn gellek şa bû:- Hûrraaa, bijîîî!…- Em ji Sîyabend re bibêjin, bile were der bi tev te bilîze, temam?- Sîyabend jî îro birojî ye? Ez rabûm paşîvê û îro heta navêrê rojîme. Seyda Ehmed got, zarok heta nîvro rojî digirin.- Hahahahaha, bi taybetî, bi taybetî, belê, belê… Sîyabend jî îro birojî ye. Lêbelê heta nîvro. Lewra zarok heta nîvro rojî digirin.Çend gav şûnde Sîyabend hat derve:- Rojbaş, Guldexwîn.- Rojbaş, Sîyabend. Tu zanî, ez îro birojî me,  hzo heta nîvro. Lewra zarok heta nîvro rojî digirin. Bapîrê min Seyda Ehmed wisan got.- Belê, Guldexwîn. Bavê min jî min re wisan got. Ez jî heta nîvro birojî me.- Himmm, lê heta nîvro hîn gellek zeman heye. Em heta fittarê çi bikin, Sîyabend?- Himmm, ka tu bibêje, em çi bikin?Guldexwîn hinekî mijûl bû û dûre got:- Min dît!… Em herîn mala Rozerîn, li Rozerîn jî bigirin û herin heta fittarê bilîzin.- Belêêê, got Sîyabend, belêêê, em Rozerîn jî bipirsin, ka ew jî birojî ye yan na?- De hadê! Bazde…Guldexwîn û Sîyabend hevra bazdan û çûn ber derîyê mala malbata Rozerîn:- Rozerîîîîîn!… Rozerîîîîîn!…Kîngê dengên Guldexwîn û Sîyabend hat, Rozerîn hema xwe avêt der û hat cem wan:- Guldexwîîîîîn!…. Sîyabeeeend!… Rojbaş!… Wun bixêr hatin…Guldexwîn got,- Rojbaş, Rozerîn. Ma tû zanî, ez û Sîyabend, em îro birojî ne. Heta nîvro. Lewra zarok heta nîvro rojî digirin.- Dizanim, dizanim. Ez jî îro heta nîvro birojî me.- Bijîîî!… De were em bi hevra bilîzin. Heta nîvro, heta fittara zarokan em bi hevra bilîzin. Bila wext derbaz bibe.- Temam, serçavan. 

guldexwîn-2.jpg

 Guldexwîn, Sîyabend û Rozerîn bi hevra çûn lîstike. Her sê jî gellek dilgeş bûn.Hevalên Guldexwîn, pisînga wê Mîrcan, berxa wê Berxênaz û kurîyê wê Yêkdane jî tev wan baz didan û balindeya wê Zerpêrî jî ser wan fir dida.- Mîyaûûû!… Mîyaûûû!…- Meeeee!… Meeeee!….- Aaaaîîîîî!… Aaaaîîîîî!…- Cîk cîk cîk cîîîîîk!… Cîk cîk cîk cîîîîîk!…Guldexwîn, Sîyabend, Rozerîn, Mîrcan, Berxênaz, Yêkdane û Zerpêrî, heta nîvro têr bi têr lîstin.Wexta ro hat ser wan, herkes çû mala xwe û nîvroja xwe xwerin. Ewan nîvroj, ji bo wan fittara wan bû. Lewra zarok heta nîvro rojî digirin.Dû xwerina nîvrojê, Guldexwîn li bostanê mala xwe tevî hevalên xwe Mîrcan, Berxênaz, Yêkdane û Zerpêrî lîst.Guldexwîn gellek peroşdarî bû. Ji lev îşev malbata Sîyabend dihatin mala wan li xwerina fittarê.Malbata Siyabend nîv seat berî fittarê hatin. Sîyabend, dîya wî Ayşan Xanim û bavê wî Hecî Îsmaîl.Li dêrî xistin. Seyda Ehmed derî vekir.- Selamûn  aleykûm. Êvara we bixêr.- We aleykûm selaaaam. Xêr hatin bi selameeeet hatin, wun xêr hatin bi selamet hatin. Bifermo, bifermo! Kerem bikin, kerem bikin..Guldewîn çû destên Ayşan Xanim û Hecî Îsmaîl ramûsa. Ewan jî gewrî û çavên Guldexwîn maçî kirin.  Sîyabend jî çû destên Seyda Ehmed û Dilşa Xanim ramûsa. Lê wan jî gewrî û çavên Sîyabend maçî kirin.Seyda Ehmed û Hecî Îsmaîl li baxçê rûniştin û bi hevra guftûgo kirin. Guldewîn û Siyabend jî dor wan dilîzyan.Ayşan Xanim çû metbaxê û alîkarîya Dilşa Xanim kir. Ayşan Xanim û Dilşa Xanim bi hevra der li baxçêda sifre amade kirin.Dilşa Xanim ji bo fittarê gêrmiya nîskan, zilfet, goştê mirîşk û pîlav pahtîkirî bû. Cem wan xwerînên xweş jî zelatek gellek seraza çêkirî bû.Seyda Ehmed, Dilşa Xanim, Hecî Îsmaîl, Ayşan Xanîm, Guldexwîn û Sîyabend hevra rûniştin ser sifrê.Seyda Ehmed û Dilşa Xanim hember hev, lêbelê Hecî Îsmaîl û Ayşan Xanim jî cem hev rûniştin. Guldexwîn û Sîyabend jî cem hev.Şemzînan îro gellek germ bû. Lewra îsal meha Remezanê, bendekê navîna havîn dikir. Lêbelê wexta êvar dibu, dema fittarê, hewa û rêba pir bi hînik û xweş dibû. 

guldexwîn-3.jpg

 Çend gav şunde mellah bang kir:     – Allâh-û Ekber! Allâh-û Ekber!…     Allâh-û Ekber! Allâh-û Ekber!…     Eşhedû en lâ îlahe îllallâh… Eşhedû en lâ îlahe îllallâh…     Eşhedû enne Mûhammeden Resûlûllâh… Eşhedû enne Mûhammeden Resûlûllâh…     Hayâ’lel- salah… Hayâ’lel- salah…     Hayâ’lel- felah… Hayâ’lel- felah…     Hayâ’lel- xayr’ûl- âmel… Hayâ’lel- xayr’ûl- âmel…     Allâh-û Ekber! Allâh-û Ekber!…     Lâ îlahe îllallâh…Mellah ezan xelas kir û dûra Seyda Ehmed, Dilşa Xanim, Hecî Îsmaîl, Ayşan Xanim, Guldexwîn û Sîyabend hevra destên xwe rakirin dûâ yê.  Seyda Ehmed dûâyê fittarê dikir û wan jî ew dûâ dubare dikirin:- Allâhûmme leke sûmtû we âlâ rizqîke eftartû.Bi xêr hatî ey meha pîroz…Merheba, merheba!… Ey meha têr bereketa Remezan ê merheba…Merheba, merheba!… Ey meha efûkirin û bexşîna Xwudê, merheba….Merheba, merheba!… Ey meha gotin a “Sûbhenellâhû” û “Lâ  îlâhe  îllellâhû” û xwendina Qur’ânê, merheba…Râbbenâ!… Ey Xwedâ!.. Ey Xweykerê me, nimêj û rojîyên me, rawestan û secdeyên me, tekbîr û tesbîhên me, hemd û medhên me, dûâ û zîkrên me, ta’et û xwendina me, hemûya qebûl bike û me binvîse ji azabûyî yên meha Remezanê.Bêqisûr e ew Xwedâyê pak; bê kêmasî ye ew Xwedâyê layîqê ibadet; bê eybe ew Xwedâyê ku her heyî; pak û munezzeh e ew Xwedâyê her sax û xew û mirin bo wî neyî.Bê kêmasî ye Xweyêgerê me û Xweyêgerê melaîketa û Xweyêgerê ruh.Yâ Rebbî!… Tu di vê roj û mehê da me binvîse ji wan rojîgir û nimêjgera; ewên ku nimêj û rojîyên wan qebûl dibin.Ey îlâhê âlemê! Me ji xewa xefletê hişyar bike û gonehê me li me bibore û me efû bike, ey efûgerê gunehkara.Yâ Rebbî!… Tu di vê rojê da me nêzîkê razîbûna xwe bike û me ji xezeb û qehra xwe dûr bixe; xwendina Qur’ânê bike behra me, tu bi rehmeta xwe kî ey rehmetgertirînê rehmetgera.Yâ Rebbî!.. Îro rojê tu zihn û hişyarî bike behra me û me dûr bixe ji nezanîn û guherandina heqîqetê; behra me li hemû xêra bike; bi qencîya xwe kî ey qenctirînê qencan.Yâ Rebbî!… Di vê roj û mehê da quwwetê bide me ku em emrê te pêk bînin û tama şirînîya  zikrê xwe bike behra me.Bi kerema xwe, arîkarîya me bike ku em şukrê te bi cîh bînin û bi paraztin û strandina xwe, me biparêze û bisitirîne, ey ewê ku,  ji hemû kesî çêtir û baştir dibînî.Yâ Rebbî!… Di vê rojê da me li rêza wa kesa da ewên hatin efûkirin û bexşîn. Û me bixe li rêza ebdên xweyên salih û îbadetger da û me ji welîyên xwe yên nêzîk hisab ke; tu bi rehmeta xwe kî ey rehmantirînê rehmana.Râbbenâ!.. Me ji bo riza te rojî girt, em bi te bawer bûn û bi te ewle bûn.Me bi riziqê te rojîya xwe şikênand û me ji bo rojîya meha Remezanê ye sibê jî nîyet kir.Şukur ji nîmetên te re.Xwedâyâ!… Gunehên meyî paşeroj û pêşereojê bibexişîne!Amîn…

Back to top button