Nivîsar

Îrada azad ji bo parlementeran pêwistiyek e

Pakêta ku Ak-Partiyê ji bo hinek xalên destûra bingehîn biguherê amade kirî teslîmê  serokê parlementoyê hat kirin. Bi vî awayî prosesa guhertinê destpêkir. Ji berî her tiştekî destûra bingehîn ya Tirkiye destûra desthilatdariyek leşkerî  û faşîste. Ev destûr astenga herî mezin e di rêya pêşketina demokrasiyê û civatê de. Piştî sala 1982-ê gelek hindik hinek beşên vê destûrê hatine guhertin. Eger îro li Tirkiye  nefesek qanûnî hebê jî ji guhertina van beşên destûrîne. Niha sedem çibe bila be, Ak-Partî dixwaze nêzikî 26 xalên vê destûrê biguhere. Ev guhertin ji bo demokratîzekirina Tirkiye û ji hemiyê girîngtir hilweşandina hinek dezgehên kemalîst yên staukoyê diparêzin gelek girînge.

Dema em bi çavên Kurdan li vê pirsê binêrin, ev guhertin tiştekî ji kurdan re nayne. Guhertinên tên kirin tu pêwendiya wan pirsa kurd re jî tuneye. Lê çi guhertin ber bi pêş ve di destûra bingehîn de bêne kirin erêniye. Kurd di tekoşîna civakî de dikarin feydê ji van guhertinan bibînin. Ji xwe destûra heyî hingî pîs û xirabe, her guhertin bi xwe tê mana ku baştir e. Pişgiriya van guhertina di parlementoyê de tu pêwendiya wê, Ak-Parti re tuneye. Mirov bixwaze cardin dijitiya vê partiyê dike, lê ji bo berpirsiyariya demokrasiyê jî pişgiriya vê paketê dike. Başe eger pişgirî newê kirin û ev paket ji parlementoyê derbas nebe çi dibe? Kemalîst serdikevin û statuko xort dibe. Başe kî dikare ku bêje berjewendiya pirsa kurd di vê yekê de heye? Lê riknek yê statukoya Tirkiye ji cihê xwe bileyze, derzik di dîwarê kemalîstan de çêbibe berjewendiya kurdan û tevgera kurd tê de heye.

Gelek caran BDP-ê helwesta xwe di ware guhertina destûrê de da kifşkirin. Hinek daxwaziyên wan hebûn û daxwaziyên di cih de bûn. Lê di derbarê helwesta BDP-ê de ji Qandilê û ji Îmralî ferman hat. BDP li gora vê mecbûr bû ku helwesta xwe zelal bikin. BDP-ê ragihand ku, eger daxwaziyên wan pêk newê pişgiriya van guhertinan nakin. Heta Ocalan ev guhertin wek komployekî nirxand. Rastî jî eger komployek destûrî hebe , ev komplo dijê kemalistan e. Helwesta BDP-ê ya ku pişgiriya van guhertinan nekin wê ne encama îrada parlementerên BDP-ê ya azad e. Eger parlementerên BDP-ê bi îrada xwe ya azad kar bînin û guh bidin vijdana xwe, dê beşek mezin ji wan pişgiriya van guhertina bikin. Kêmasî dê hinek xalên ji vê pakêtê re bêjin erê.

Li Tirkiye her guhertina berbi pêş ve be, di berjewendiya pêşketina civakî de ye û feyda kurdan jî tê de heye. Di şerê demokrasiyê de mirov nikare bê helwest be. Raste ev guhertinên parçe parçe tu pirsgirekî ji bingehê çareser nake. Divê destûra Tirkiye ji serî heta binî bê guhertin. Destûrek nû sivîl û tê de kurd jî bêne naskirin bête amadekirin.

Seroka Yekitiya Dadwer û Dozera (YARSAV) Emine Ülker Tarhan serdana partiyên siyasî di parlementoyê de kir û ji wan daxwaz kir ku, pişgiriya van guhertinan nekin. Serdana BDP-ê jî kirin. Herkes dizanê ku, YARSAV dezgehek  Kemaliste û ji herkesî gelektir statukoya heyî diparêze. Xwe wek bekçîyê cumhuriyetê dibînin. Tirsek mezin di nav statukoparêzan de peyda bûye. BDP-ê dijê van pişniyaran dengê xwe bide dê bikeve rêza CHP û MHP-ê de. Ev jî dive newe kirin. Hun temsila kurdên ku dengê xwe dane we dikin. Tiştekî bikin, îrada xwe ya azad bi kar bînin. Ji bîr nekin ku mirovên ne azad nikarin ji bo azadiya gelekî xebatê bikin.

31.03.2010
Dara Bilek

Back to top button