Polîtîk
Barzanî û Davutoglu hev dîtin
Wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu û Nêçîrvan Barzanî hevdîtin. Hevdîtin li Stanbulê li Qesra Çiragan pêkhat.Li gora agahdariyan di hevdîtinê de piranî li ser rewşa hilbijartinên Iraqê û pirsa terorê hate sekinandin.
Ji berî hevdîtinê Barzanî daxûyaniyek da rojnemevanan û got: “ Em dixwazin bi hemi awayî pêwendiyên me û Tirkiye pêşve herin û em ehemiyetek mezin didin vê yekê.“ Herweha Davutoglu jî da xuyakirin ku, hatina Barzanî û hevdîtina wî ji bo me giringiyeke û em dê li ser rewşa Iraqê û asayişê rawestin.
Hate ragihandin ku dê sibe Neçîrvan Barzanî û serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan jî hevdîtinekî pêkbînin.