Barzanî û Oderno pêwendiya Kurd û Emerîkayê nirxandin
Îro çarşem 31/03/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li General Raimond Oderno Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraq û Ferîqê Yekem Babekir Zêbarî Serokê Fermanderê Iraqê kir.
Li hevdîtinê de, guftûgo di derbarê pêwîstiya pêşxistina pêwendiya du aliyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê li aliyek û Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka li aliyeke din li sercem van waranda hate kirin ku bi awayeke dostayetiya her du aliyan xurttir bike.
Her wiha bîr û ra jî sebaret bi pêşxistinên siyasiyên dawî û astengên niha û meseleya hilbijartina Encumena Nûnerên Iraq û her wiha pêşbîniyên li ber hevpeymanî girêdana li navbera aliyên û paşaroja proseya siyasî li welat da hate nirxandin û li vî warî de her du alî li ser pêkanîna hikumeteke bingeheke berfireh bi beşdariya hemû aliyên serekiyan bi hevre bûn.
Her li vê hevdîtinê de çareser kirina meseleya helawestiyên di navbera Hikûmeta Herêm û Hikûmeta nû ya Federal de tekîd li ser wê yekê hate kirin û yekgirtina hêzên pasewanê Herêma Kurdistanê jî bi hengaveke girîng hate wesif kirin.
Ji aliyê xwe ve, Fermandeyê Hêzên Emerîka piştevaniya Emerîkayê ji bo proseya siyasî û demokrasiya Iraqê de nîşan da û balkişand li ser wê yekê ku Emerîka bi girîngiyeke mezin dide Iraq û Herêma Kurdistanê.
Her wiha spasiyên xwe ji bo vê pêşwaziyê pêşkêşî Serok Barzanî dûpat kir û rola birêz jî wekî rewşa Kurdistanê de li berceste kirina yekîtiya rêzên gelê Kurdistan û Iraqê de bilind nirxand.