Civak

Yawer: Li ser sinor rewşek awarte tuneye

Piştî ku gotegota wê çendê belav bû ku artêşa Tirkiyeyê li ser sinorê hevbeş yê herêma Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi liv û tevgera leşkerî kiriye, sekreterê giştî yê wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê Caber Yawer ji malpera PUKmedia’yê re got:

“ Nûçeyên ku dibêjin li ser sinorê herêma Kurdistanê liv û tevgera leşkerî ya awarte ya artêşa Tirkiyeyê heye, ne rast in. Çi metirsiyeke bi wî awayî li ser sinorê herêma Kurdistanê nîne. Ev çend roj in di nûçeyên hin kanalan de tê gotin li ser sinorê herêmê artêşa Tirkiyeyê dest bi haziriya operasyonekê kiriye û dibe ku operasyoneke leşkerî li ser sinor pêk bîne û were navçeya Qandîlê. Lê li gor jêderên me yên leşkerî, li ser sinor çi liv û tevgereke awarete nîne, çi hêz nêzî sinor nebûne. Liv û tevgeraku heye li navçeyên Tirkiyeyê de heye ku ew jî mafê wanê siruştî ye ku hêzên xwe yên li ser sinor biguherînin, çimkî wan tim metirsî heye, ew tim di rewşa şer de ne, ji hin kiryarên leşkerî ditirsin. Her weha li gor şarezayiya me, liv û tevgera ku heye têkilî bi werzê re heye çimkî em ber bi biharê ve diçin, ew jî hêzên xwe tînin cihên ku berf lê heliye.. Lewra nuha çi metirsiyeke pêkanîna operasyoneke li ser sinor nîne.”

 

 

(Pukmedia)

Back to top button