Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiye kir

 
Li gora vê nûçeya rojnameya Sebah a Turkiyeyî, berpirsên hukûmeta Turkiye bi awayekî fermî pêşwazîya Nêçîrvan Barzanî kirin û biryar weha hatiye dan, ku her evroj bi xwe Nêçîrvan Barzanî û bazirganên Turkiye kombûnekê saz bikin.

Biryarek weha jî hatiye dan, ku gerek di van rojên pêş de wezîrê derveyê Turkiye Ehmed Dawudoglûujî, dîdarekê fermî bi Nêçîrvan Barzanî re saz bike.
Rojnameya Sebah a Turkiyeyî weha jî da xuyakirin, ku dê di dîdara Ehmed Dawudoglu û Nêçîrvan Barzanî de, Ehmed Dawudoglu spasîya hukûmeta herêma Kurdistanê bike, ji ber ku konsulxaneya Turkiye li Hewlêrê hatiye danîn.

Di beşekî dinê vê nûçeyê de weha hatiye, ku Turkiye di bareya pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê de, di destpêkê de bi berpirsên herêma Kurdistanê re kombûn saz kir û dê paşê jî, kombûnan bi berpirsên Şî`e û Sunne yên Iraqê re saz bike.

Back to top button