Kultur

Nivîskarên Kurd Serdana Gora Rezoyê Osê Kir

Nûneritiya Komeleya Nivîskarên Kurd Li Amedê
Serdana Gora Rezoyê Osê Kir

Di roja 30/03/2010 an de Helbestvan û nivîskarê Amedê(Diyarbekirê), Arjen Arî, di ber Komeleya Nivîskarên Amedê de bi hatinek taybet ji Diyarbekirê hat Qamişlo, bo şûna rehmetî Rezoyê Osê û serdana gora wî.

Danê sibehê, mamoste Arjen Arî di gel çend nivîskaran çû mala rehmetî û sersaxiya xwe û ya nivîskarên Diyarbekirê ji kebanî, bira û xezûrê wî Samiyê Namî re pêşkêş kirin.

Danê êvarî, bi grûpek ji nivîskar û rewşenbîrên Qamişlo re çû gundê Dekşûrî, ser gora rehmetiyê Rezo û gurzek gul bi navê Komeleya Nivîskarén Kurd /Amed, li ser gora wî danî.
Belê, em jî bi navê malbat, heval û hogirên rehmetî Rezoyê Osê spasiya mamoste Arjen Arî û Komeleya Nivîskarén Kurd li Amedê dikin û dibêjin; bijî ji wefadariya we re, bijî ji dilsoziya we re û bijî ji zimanê Kurdî re ku em gihandin hev.

Qamişlo, 30/03/2010

Back to top button