Polîtîk

Nîçîrvan Barzanî serperiştiya nûkirina PDK-ê dike

 
Hewlêr – Nêçîrvan Barzanî tekez li ser yekhelwestiya kurdan li Bexdayê kir û diyar kir ku dê serperiştiya nûkirina Partiya Demokrat ya Kurdistanê bike.

Nechirvan Barzani1Serokê Kabîne Pêncem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de bi Rojnameya “Rojname” re diyar kir ku divê kurd di pirsên çarenivîsaz de yek helwest bin û ger yekgirtî nebin nikarin tu pirsgirêkên hilawîstî çareser bikin.

Derbarê çûna şendiyê Herêmê bo Baxdayê Nêçîrvan barzanî wiha got, “Divê tev aliyên Kurdistanî di vê şandê de beşdar bin û bi yekgirtî ber bi Bexdayê biçin”.

Barzanî wiha berdewam kir, “PDK di xwe amadekirinê de ye bo nûbûnê û niha vê mijarê dirinxîne, da ku di gel rewşa niha baş be û tev serkirdayetiya partiyê di vê baweriyê de ne ku divê em hewl bidin xwe nû bikin”.

Li hemberî serpereştîkirina vê nûbûnê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku serok û hemû serkirdayetiya partiyê û endamên polîtbûroyê û komîteya navendî li ser vê çendê yek deng in û wiha pê de çû, “Ev kare wiha tê nîşandan ku ez serperestiya vê bikin û dê bi şanazî qebûl bikim”.

 

 

(AKnews)

Back to top button