Polîtîk
Il Manifesto: Kurdistana Tirkiye, zexta siyasî û parêzerên HDP dikin
Rojnameya Italî Il Manifesto li nûçeyeke xwe de dide zanîn ku li Kurdistana Tirkiye, dewlet zext û fişarê li siyasetmedarên HDP û parêzerên wê dike.
Her wiha Il Manifesto dide zanîn ku roja pênçşemê Serdozgeriya Tirk ya li bajarê Rihayê biryara girtina 103 kesên parêzer, Serokên Bajarvanî û siyasiyên HDP yên li Kurdistana Tirkiye daye. Niha jî Serokê Bajarvaniyeke HDP ku (Partiyeke Çepgir û alîgirê Kurdane), 12 Endamên Encûmena Bajêr û 10 Parêzerên wê hatiye girtin.