Dosya

Gelo Corona li Rojavayê Kurdistanê jî derdikeve?

Nivîskar Şivan Birahîm gotarek bi navê (Gelo Covid-19 li Kurdên li Bakûrê Rojhilata Suriyê de derdikeve?) nivîsiye û balê dikşîne li ser amadekariyên ji bo rûbirûbûna virusa Corona ya li desthilatdariya Rêveberiya Xweser ya Kurd li Suriye.

Şivan Birahîm li babeta xwe de dibêje: Karbidestên Tendirustiya Parêzgeha Cizîrê ya li Bakûrê Rojhilata Suriyê didin zanîn ku heta niha hîç haletekî virusa Coronayê nehatiye tomarkirin. Lê belê xelkê nîştecihên vê deverê gileyiya wê yekê dikin ku heta niha ji bo rêgirîkirina vê virusa Coronayê nayê dîtin ku ev virus li tevahiya cîhanê bûye metirsiyeke mezin.

Her wiha Birahîm dide zanîn ku li ew derman û rûpoş û maskên ku hene têre sedî yekê nîştecihan jî nake û alavên tendirûstiyê jî gelek kêmin. Her wiha Amer Abdullah ku Dermanfiroşe dide zanîn ku ji niha ve bihaya maskeyan sedî %250 zêde bûye.

Berdewamiya raporê de dide zanîn ku xelkê nîştecihê Qamişlo di nava bazarê de tên û diçin û gelek ji wan nizanin, gelo ka virus li vir heye yan na? û heta niha jî hîç rêkarek ji bo ragirtina virusa Corona li nava bajar da nayê dîtin.

Back to top button