Civak
Kurdistan kevokên xwe birçî nahêle
Piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarê da ku xelk ji ber belavbûna virusa Coronayê dernekevin derve, bi giştî bajarên Kurdistanê û bi taybetî jî Hewlêra paytexta Kurdistanê vala bû.
Her çende li rojên normal û asayî de kevok û kotirên li qada Kela Hewlêrê, debara xwe li ser genimê ku ji aliyê xêrxwazên Hewlêrê ve dihatin belavkirin zikê xwe têr dikirin, lê ji ber ku kes li nava bajar nebû, ew jî birçî mabûn.
Başe ku Hêzên Asayîşa Serwerî û Parastina Aramiya Bajêr ya Hewlêrê ew ji bîr nekirine û ji bo wan genim û xwarin belavkirin.