Îhsan û Mehmet Şener û diya wan Saliha Şener
Kurd û Kurdistanperwer M. Îhsan Şenerî, demek dirêj bû, ku nexweş bû û li nexweşxanê û li mal derman dibû.
Ew di 5. 02. 2013ê de li Stockholmê çû ser dilovaniya xwe.
Hezar mixabin, ew beriya vê 2 rojan, di 11. 02. 2013ê de, li Kurdistanê li bajarê wî li Elihê û an jî li gundê wî Girêsîra ne, li Swêdê û li bajarê Stockholmê hat weşartin.
Îhsan Şenerî, di sala 1951-an de li Elihê hatibû dinyayê û bavê 5 zarokan bû.
Ew jî di dema 12ê îlona 1980yî de ket zîndanê û gelek êşkence dît. Nexweşiyên wî jî, di wê demê de qewimîn.
Malbata Şeneran malbatekê welatperêz e. Di malbatê de tu kesên; keç û lawên ji derveyî kurdperwerî mayine, tune ne.
Her kesekî malbata Şeneran demek dirêj di nav PKKê xebat domandin. Malbata wan ji bona PKKê bû malbatek bingeh.
M.Şerîf Şenerî, beriya PKKê dest bi şerê çekdarî bike, serokatiya PKKê û bi taybetî Ocalan -ku ew li cem Ocalan dima û ew diparast – xeter dît; li hemberî PKKê dest bi mûxalefetê kir û ji PKKê qetiya. Wê demê helwesta malbata wî jî li hemberî M. Şerîf Şenerî wek berpirsiyariya PKKê bû. Bes rastî û helwesta wî, derengî bi mûxalefeta Mehmed Şenerî hat fahm kirin.
Lê wî her çiqas ji malbata xwe piştgirî negirtibe jî, mûxalefeta xwe domand.
Mehmed Şenerî, di nav PKKê de otoriteyek bû. Beriya bikeve hepsê li Batmanê û li tevayî herêma Kurdistanê li ser navê PKKê xebatek gelek xurt meşand. Dema ket Zîndana Amedê jî, di hepsê de berpirsiyarekî PKKê xuyayî bû.
Piştî ku ji hepsê derket, raste rast çû Bekaayê, cem Ocalan.. Pişt re derbasî Başûrê Kurdistanê cem hevalên xwe yên çekdar bû. Dema li Bekaayê bû, ji Ocalan fahm kir ku PKKê ji armanca kurditî û Kurdistanî derketiye.
Di Kongreya PKKê de giraniyek çêkir û desthilatdar bû. Lê Ocalan ev yeka xeter dît. Piştî demekê jî ji mûxalefeta wî eciz bû û ew xeter dît, binçav kir. Lê Mehmed Şenerî ji bin çavkirinê reviya, xwe xelas kir.
Li derveyî PKKê mûxalefeta xwe meşand. Rêxistina Vejîn-PKK ava kir.
Hezar mixabin ew mûxalefeta wî dirêj najot. Di mijdara 1991-an de li Qamişliyê bi piştgiriya îstîxbareta Sûriyeyê ji aliyê PKKê de de hat kûştin.
Diya Ihsan û Mehmed Şener Saliha Xanim, di Sibata 1988ê de ji bona zilma li hember girtiyên Diyarbekirê protesto bike hewildabû ku xwe bişewitîne. Diya wan propagandîsteke PKKê ya gelek xurt bû. Saliha Xanim, bajar û welat welat dihat gerandin ku propagandaya PKKê û Ocalan bike. Wê qsetek tijî kiri bû, pesna Ocalan dida. Lê piştî ku Mehmed Şenerî bû mûxalefetê PKKê, ew jî wek ajanê Dewleta Tirk hat îlan kirin.
Îhsan Şener piştî darbeya 12ê Îlonê terka welat kir û bi malbata xwe ve li Swêdê bi cî bû.
Wî li Swêdê jî xebata xwe ya Kurdistanperwerî û welatevînî ya siyasî û demokratîk dom kir. Bû endamê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê. Çar salan jî di Federasyonê de berpirsiyarî kir.
Dema ku min bihîst ku Îhsan Şenerî çûye ser dilovaniya xwe, ez gelek xemgîn bûm. Di heman dem de ew xemgîniya min, dema ku Mehmed Şenerî û Saliha Xanim hatin bîra min, kûrtîr û xwîndar bû.
Ez û Kek îhsan em dostên hev yên nêzik bûn. Dema ku tenduristiya wî di cîh de bû, wî her dem ji min re telefon dikir, pêşniyarên xwe pêşkêşî min dikir û piştgiriya xwe ji min re nîşan dida.
Her dem xeteriya PKKê jî diyar dikir.
Em bi malbata wan re jî gelek dost bûn. Zarokên wî dema biçûk bûn li Sûriyeyê li mala me man û me ew derbasî Swêdê kirin.
Me wek du malbatan ew êşa kûştina Mehmed Şenerî bi hev re jiyan. Ez wê demê bi bêçaretî û bi xizaniya wê malbatê re bûm şahîd.
Bila serê malbata wî, xwişk û birayên wî, dost û hevalên wî sax be !
Bila serê miletê kurd sax be. Ew ewladekî fedekar û cefakar yê miletê kurd bû. Keda wî naye bîr kirin.
Amed, 13. 02. 2013
Îbrahim GUÇLU