ÎHD: Siyaseta kî rêve dibe!

Komela Mafê Mirovan (ÎHD) rapora “Binpêkirina Mafên Zarokan a Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (Bakurê Kurdistanê) a 2022-2023” eşkere kir. Di vê raporê de wek di Rojevakurd de jî hatî weşandin behsa binpêkirina mafê zaroka dike. ÎHD rastiyê dibê je û gerek di vê derbarê de pişgiriya wan werê kirin.
Lê di vê derê babetek gelek girîng heye ku, divê behsa bê kirin û li ser bê sekinandin. Herkes dizane ku, dewletên dagirger bi hemû awayî mafê mirovan binpê dikin û taybetî jî mafê Kurda behtir tê binpê kirin. ÎHD jî dem bi dem behsa van binpêkirina mafê mirovan(jin û zarokan) dike. Lê tê zanin ku, li herêmên bakurê Kurdistanê ev Komele di bin siha siyaseta PKKê de tevdigere.
Berê xwe bidinê rojane li rojavayê Kurdistanê çekdarên PKKê zaroka direvînin û bi çek dikin û rêdikin qada şer. Ev zarok di şerek bê wate de jiyana xwe ji dest didin. Lê rojek ji rojan ÎHD behsa vê nekirye û çewe ku dewletê şermezar dike, vê bûyera ku PKK li himber zarokan dike şermezar nake.
Ji aliyek din ve herkes dizane ku, li bakurê Kurdistanê bi hezaran zarok ji aliyê PKKê ve hatine revandin û di şeran de jiyana xwe ji dest dane. Herweha gelek zarokên ku hewldane ji nava PKKê birevin hatine kuştin. Lê rojek ji rojan vê Komeleya ku kaşo bi navê mafê mirovan tevdigere daxûyaniyek dernexistiye û ev bûyer şermezar nekiriye.
Ji bo vê yekê ji bo siyaseta du alî, mirov nikare rêzê li vê komeleyê bigre . Lê mixabin gelek rewşenbir ,nivîskar û kesên kaşo li gora xwe pêşkêşiya civatê dikin di bin bandora siyaseta PKKê de korin û ji derê kiryarê PKKê her tiştekî dibînin û behsê dikin.
Heta ÎHD cesaret nekê ku, behsa zarokên Kurda li rojava,bakur û deverên din yên Kurdistanê bike, behsa binpêkirina mafên wan û zilma li ser wan tê kirin neke,ew di nezda mirovatiyê de ne rêxistinek a parastina mafên mirovanin.