Civak
Çeteyên PKKê du zarokê Kurda revandin

Revandina zarokên Kurda ji aliyê rêxistina terorê ya bi navê”Ciwanên Şoreşger” li Suriye û rojavayê Kurdistanê berdewam e. Li gora agahiyan herî dawî li bajarê Helebe zarokek malbatek Efrînî ku,temenê wî 13 salin ji aliyê çeteyên PKKê ve hate revandin. Omer Mistefa hesen ê 13 salî li ber deriyê mala xwe ji aliyê çeteyan ve hate revandin. Malbata Omer doza vegerandina zarokê xwe ji PYDê kirine û di encam de hate zanîn ku Omer revandine û birine devera Şehbayê.
Ji aliyek din ve Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê daxûyaniyekî de ragihand ku, keçek Efrînî ku temenê wê 14 sale bi navê Stêr Ehmed jî li Helebe ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye revandin. Heta niha çareenûsa Stêr ne diyar e.