Li Xezzeyê agirbesta çar rojan hat ragihandin

Di şerê Îsraîl û Hamasê de geşedanek girîng çêbû. Qeterê ragihand ku di navbera Îsraîl û Hamasê de peymana pevguhertina girtiyan hatiye îmzekirin.
Li gor peymana ku 4 rojan pevçûnan rawestîne, Hamas wê 50 girtiyên Îsraîlî û Îsraîl jî wê jin û zarok jî di nav de 150 Filistîniyên girtî serbest berde. Ev peyman pêngava herî mezin a dîplomatîk e ku ji 7ê Cotmehê û vir ve hatiye avêtin.
Di şerê navbera Îsraîl û Hamasê de, di roja 46emîn de geşedanek girîng rû da. Qatara ku ev demek dirêj e xebatên xwe yên ji bo agirbestê didomîne, gihişt encamê.
Li gor daxuyaniyên rayedarên Qatarê, xebatên navbeynkariyê yên ku bi Misir û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re hatin kirin, bi ser ketin.
Li herêmê agirbesta însanî ya ku wê 4 rojan bidome hat ragihandin. 50 rehîneyên ku Hamasê di Operasyona Tofana Eqsayê ya di 7ê cotmehê da dîl girtin, wê bên berdan, lê di nav kesên hatin berdan da esker tunene. Di berdêla vê de jî Îsraîl wê jin û zarok jî di nav de gelek Filistîniyan berde.
Pevguhertina girtiyan wê çend rojan bidome û her roj 10 dîl û 30 girtiyên filistînî wê bên berdan.
Rayedarên Qatarê ragihandin ku wê di roj û saetên pêş de hejmara rehîneyan bê zêdekirin.