CivakRojev

Îddîa: Şahida veşartî bi 5 milyon euro Kurd xapandin

 

Hat îdiakirin ku Gulbahar Örmek a ku di dema wekîla şaredarîya Sûrê de ji ber dizî û xapandinê ji BDPê  hatibû îxrackirin û piştre bûbû ‘şahida veşartî’, li Almanyayê xelkê ku serî li penaberîyê dane xapandiye 5 mîlyon euro qezenc kiriye. 

Hat îdiakirin ku Gulbahar Örmek a ji Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) hatibû îxrackirin, li Sûra Diyarbekirê bi hinceta xapandina gelek kesan û paşê jî di gelek dozan de bi kodnavê “Dilê Wêrek” îfade li ser gelek siyasetmedaran daye, li Almanyayê jî sextekarî kiriye.

 Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Örmek dema cîhgira şaredarîya Sûrê bû, bi soza “bazirganîya zibil (gubre)” û çêkirina “zarokên tûp” bi tevahî 2 milyon TL ji gelek kesan stendibû. Bi eşkerebûna vê rewşê Örmek ji BDPê hat derxistin. Piştre Örmek di dozên ku li dijî gelek siyasetmedarên Kurd hatin vekirin de, weke şahida veşartî bi kodnavê “Dilê Wêrek ” îfade da. Lê belê piştî ku nasnameya wê di dozê de hat eşkerekirin û hat fêhmkirin ku xebatên wê yên sextekarîyê didomin, wek “şahida veşartî” ji wezîfeyê hat girtin.

DEMÎRBAŞ HIŞYAR KIR

Navê Örmek vê carê bi gilîyên sextekarîya li Almanyayê hat rojevê. Hat diyarkirin ku Gulbahar Örmek bi xapandina hin kesên ku xwe spartine Almanyayê 5 milyon euro qezenc kiriye.

Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş, ku mijar anî rojevê, diyar kir ku Örmek li Almanyayê navê xwe guhertiye û li ser navê şîrketa Atlas bi 5 milyon euro Kurd xapandine.

Demirbaş li ser Twitterê daxuyanî da û li ser wêneyê Örmek ev tişt parve kir:  “Ev jin Gulbahar Örmek Cîgira Şaredara berê ya Sûrê ye. Navê xwe guhertiye û bi taybet li Almanyayê gelê me yê Kurd dixapîne. Ji vê jinê bawer nekin. Ew kesek e ku hestên gelê me bikar tîne. Ji kerema xwe jê bawer nekin û xwe jê dûr bigrin. Vê yekê belav bikin.

 

http://mezopotamyaajansi35.com/tum-haberler/content/view/213382

Back to top button