PolîtîkRojev

YNK-PDK Li ser hemû mijaran li hev kirin

 

Serokê YNKê Bafil Talabanî ragihand ku piştî civîna PDK û YNK li ser hemû mijaran li hev kirine, lê belê ji bo daxuyanîyê nekarîne li hev bikin. 

Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) û Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro li Hewlêrê ji bo gotûbêjkirina rojeva hilbijartinan li hev civîyan. 

Piştî civînê Serokê Giştî yê YNKê Bafil Talabanî ji çapemenîyê re axivî û got: “Daxuyanîyên bêberpirsiyarî bandorê li me nakin. Emê ji bo lihevkirinek ji bo berjewendîyên gelê xwe xebatên xwe bidomînin. YNK xwedî dîrok û hêz e. YNK şehîdên xwe hene. Êdî emê bêdeng nemînin. Piştî îro jî emê bêdeng nemînin û her tiştê ku pêş bikeve emê bersiva xwe bidin”. 

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî jî got: “Li ser vê bingehê lihevkirinek me çênebû. Birayekî me daxuyanîyek da ku YNK jê hez nekir. Me eşkere nekir ku YNK lawaz e. Gotinek bi vî rengî ne daxuyanîyek fermî ya PDK ye. PDK û Mesûd Barzanî rewşa ku Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe dinirxînin. Bi bikaranîna hêzê ti carî pevguhertina nêrînan çênebûye. Siyaset ne deriyekî girtî ye. Di hevdîtinên ku wê bên kirin de wê ev pirsgirêk bên çareserkirin”.

 

Back to top button