CîhanRojev

Erdogan û Biden endambûna Swêdê ya di NATO û mijara F-16an gotûbêj kirin

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê; roja 9ê Temuzê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden bi telefonê axivîne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di wê pêwendiyê de, endambûna Swêdê ya di nav NATOyê de, pêgeha Ukraynayê ya di nava NATOyê de, radestkirina firokeyên F-16 ji aliyê Amerîka ve bo Tirkiyê û endamtiya Tirkiyê ya di nav Yekîtiya Ewropayê de hatine gotubêjkirin.

Hatiye ragihandin ku Erdogan ji Biden re gotiye; “Di mijara rûbirûbûna terorê de Swêdê hinek gav avêtine lê alîgirên rêxistinên terorê PKK/PYD/YPG bi awayek azad xwepêşandanên ku pesnê terorê didin dikin û ev jî van gavan vale derdixe.”

Herwiha hatiye ragihandin ku Erdogan di mijara firokeyên F- 16 de jî ji Serokê Amerîkayê re gotiye; Bi hev ve girêdana daxwaza Tirkiyê ya bo firokeyên F-16 û daxwaza endamtiya Swêdê di NATOyê de tiştekî ne rast e.

Li gor Serokkomariya Tirkiyê, derbarê endamtiya Tirkiyê ya di nav Yekîtiya Ewropayê de jî Erdogan ji Biden re gotiye, ew dixwazin pêvajoya endamtiya Tirkiyê ya di Yekîtiya Ewropayê de careke din bê zindîkirin.

Herwiha her dû aliyan li hev kirine ku di civîna NATOyê de ya ku biryar e 11-12ê Temuza 2023an li paytexta Lîtvanyayê bajarê Vilniusê bê lidarxistin, bicivin û wan mijaran û pêşhatên navçeyê bi awayekî berfirehtir gotubêj bikin.

Back to top button