CivakRojev

Cîgirê Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsîyê îstifa kir

Alîkarê Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsîya Rêveberîya Herêma Kurdistanê Îsmaîl Hama Alî, îstîfaya xwe pêşkêş kir û xwest ku derkenar (xanenişîn) bibe.

Alî, di daxuyanîya xwe de ragihand ku ew dest ji posta Cîgirê Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdide.

Alî, di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Facebookê daxuyanîyek par vekir û wiha got: “Piştî nêzî 22 salan ji wezîfeya xwe ya giştî û zêdetirî 8 sal û nîvan ji peywira min a di komîsyonê de, min îro ji bo bidawîkirina endamtîya xwe ya komîsyonê serlêdan kir”.

Alî, da zanîn ku di dema erka xwe de hewl daye di çarçoveya erkên xwe de xizmetê bide û got: “Tevî ku em bi hêvîyên mezin derketin rê û me karîbû hê zêdetir jî bikin, lê mixabin hawirdor ne xweş bû û sedem jî ji derveyî xwestek û vîna me bûn”.

Alî, di nameya xwe ya îstîfayê de daxwaz ji komîsyonê kir ku li gor qanûna jimare 4 a sala 2014 û yasaya jimare 2 ya sala 2020 guhertinan di mûçe, yarmetî, alîkarî û guhertinên din de pêk bîne.

Back to top button