
Nivîskar û rojnamevanên Ereb li ser destkeftên Hikûmetê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî nirxandinên balkêş kirin.
Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê iraqî Alî Baydar, di gotara xwe ya bi navê “Spî bi zimanê Erebî” de tekez kir ku, kabîneya 9ê ya bi serokatîya Mesrûr Barzanî destkeftên girîng bidest xistiye û her kes li ser berdewamîya vê yekê geşbîn e.
Alî Baydar, di gotara xwe ya li ser Hikûmeta Mesrûr Barzanî got ku, “Serkeftina çareserkirina pirsgirêkan, li ber çavê Iraq, navçe û civaka navdewletî teqezî li ser giringîya serkeftina hikûmetê kir“.
Nivîskarê Iraqî Alî Baydar, diyar kir ku qada siyasî ya Iraqê ji bo rûbirûbûna hemû pirsgirêkan ne zemînek guncaw e û got, şert û mercên siyasî û hin derdorên siyasî li dijî hikûmetê ne û ti carî alîkarîya hikûmetê nekirin ku bigihêje serkeftinê.
Baydar got: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêvajoya hikûmetê de mîrateya kevnar û bêhempa ya malbata xwe diparêze. Ev mîrate ji wî dixwaze ku di hikûmet, wezîfe û berpirsiyarîyê de serkeftinek berbiçav bi dest bixe”.
Alî Baydar, diyar kir ku hikûmetê tevî qeyranên aborî û siyasî yên di heyama 4 salan de gelek proje bi cih anîne û di van serkeftinan de bal kişand ser rol û biryarmendîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî. Baydar diyar kir ku bi saya siyaseta bihêz a Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Herêma Kurdistanê bûye navenda pêkvejiyana aştîyane û her wiha di hemû waran de geşepêdana wê.
‘Mesrûr Barzanî bi hikmet û hêza hikûmetê bi rê ve dibe’
Nivîskarekî din ê Ereb Seyf Şems jî di gotara xwe ya ku di malpera “Guardian”ê de hatiye weşandin, di derbarê kabîneya hikûmeta 9emîn de nirxandin kiriye.
Seyf Şems, di gotara xwe ya bi sernavê “Hikûmeta Mesrûr Barzanî bi pirsgirêkan re rû bi rû maye” de wiha got: “Şexsîyeta xurt a Mesrûr Barzanî û têkoşîna bi biryar a li hember pirsgirêkan, karî hikûmetê li ser piyan bihêle û li ser xebata xwe berdewam be“.
Seyf Şems, anî zimên ku Mesrûr Barzanî bi aqil û bi hêz hikûmetê bi rê ve dibe û got: “Eger li şûna wî kesayetîyek din ê Kurd hebûya, wê ev hikûmet rastî zehmetîyên mezintir bihata û hilweşiya”.
Nivîskarê Iraqî Seyf Şems wiha got: “Ev hemû encama wê yekê ye ku Mesrûr Barzanî zarokê şoreşê ye û ji zarokatîya xwe ve wek pêşmergeyekî li çiyayan şer kiriye. Eger kesayeta Mesrûr Barzanî ya bihêz, şiyana çareserkirina pirsgirêkan û paraztina aştiyê nebûya, ev senaryoyek muhtemel bû ku hikûmetek hilweşe”.
k24


