Nivîsar

Hûnêrmend, dengbêj û kesayet

Hûnermen di civakî de gelekî girîngin, ji aliyekî ve hûnermend balgirên çanda miletekî ne ku ji jîlekî digihîne jîlek din û dihêle ku çanda milletan bi sedên sala bijî û berdewam be, hûnermen deng û vijdana meiletê xwe ne. Ji bo vê yekê Hûnêrmend û rola hûnêrmendan pêşketin û jîyandina çanda miletan de gelekî girîng e. Divê bihayê hûnêrmenda bê zanîn û li gora wê jî li gel wan miamele bête kirin.

Lê mixabin hinek hûnermend ketine di tengasiya hinek aliyên siyasî de wek dengbêjiya van aliyan, hewldidin hûnerê xwe belav bikin. Ev cûreyê hûnêrmenda xizmetê ji miletê xwere nakin û behtir dikevin di bin xizmeta aliyek siyasî de û di nava pêvajoyê de pûç dibin.

Ji aliyek din ve gelek cara hinek hûnermendên ku hatîn naskirin, xwe wek pisporên siyasî û civakî didin nasandin û li gora wê jî gelek cara li ser dikan diaxêvin û behsa siyaset û dîrokek ne rast dikin. Ji ber ku ew cureyên hûnêrmenda  di rastiyê de dîrokê baş nizanin û ne dîroknasin û ne pisporên. Li ber nave hinekan Dr. tê nivîsandin, lê tişta tê zanin ku wan zanîngehek jî nexwendiye û tu doktora jî nekirine.

Bê guman ev helwesta  xirab ya van cureyê hûnêrmanda ne tenê xetayê wane, xetayê wan aliyên siyasî ku giringiyekî ne heq kirîn din wan e jî. Berê li Kurdistanê du cureyên dengbêjan hebûn.

Hunek dengbêj tenê dengbêjin axayekî bûn û her demî li gel wan digeriyan û stran tavêtan ser axayên xwe. Di van stranan de tenê wesfê axa didan û dilê wan xweş dikiran, di heman demî de axa jî li gora strana bexşîsek dida wan .

Lê li aliyek din beşek hûnermend hebûn ku, wan li gora mercên ku tê de dijiyan strand diafirandin, li ser jiyana civakî, li ser evîn û xezayê distirandin ew stranên wan bi sedê salan dijiyan.  Ew di rastiya xwe de xwedî hûnerekî bûn û balhirgirên civatê û çanda miletê xwe bûn.

Divê mirov hûnermendên rasteqênî û dengbêja jî di xalekî de ji hev cuda bike. Gelek hene ku dengê wan xweşe strane baş dibêjin lê ew tenê stranbêjin. Lê hinek hene ku hûnermendin û stranbêjin jî, muzikê diafirînin , çandekê peyda dikin û bi hûnerê xwe û zanebûna xwe hemûyê li gel hev distirên û pêşkêşî civatê dikin.

Ji bo naveroka vê nivîsandinê baş bê têgihandin tenê du mînak besin. Vêca herkesek li gora xwe nirxandinekî dike.

Xelil Xemgîn denbêjek yê PKKê ye. Eve demeke ji bo “Yekitiya Netewî“ li gel hinek dengbêjin din digere û kaşo ji  bo yekitiyek netewî hewldide. Hevpeyvinek a wî di ANFê de hate weşandin.

Beşek ji hevpeyvîna Xemgîn:

“ Hunermend Xelîl Xemgîn diyar kir ku dewleta Tirk ji bo pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd bigire çi ji dest tê dike û bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Xemgîn got, “Di navneteweyîbûna pirsgirêka Kurd de di 40 salên dawî de rola Ocalan diyarker e. Ji bo têkiliya Ocalan a bi gel re bibire û nehêle ku Kurd li hev kom bibin, tecrîdeke giran dimeşînin. Em vê yekê di karê xwe yê çandî de jî dibînin. Dema ku em qala Birêz Ocalan dikin, dewleta Tirk ji komên Kurd ên dûvikên xwe re dibêje, ‘Ev PKK’î ne’ û dixwaze nakokiyan derxîne. Dixwaze di navbera Kurdistaniyên li Bakur û Başûr de nakokiyan biafirîne. Divê Kurd nekevin vê xefikê. Ocalan ne tenê lîderê PKK’ê ye, ew rêberê gelê Kurd e. Rûmeta Kurdan e. Ev rûmet îro dîlgirtî ye. Pirsgirêka Kurd bi saya Birêz Ocalan bû malê raya giştî ya cîhanê. Divê her kes vê rastiyê bibîne.”

‘FELSEFEYA OCALAN BANDORÊ LI HUNERMENDAN DIKE’

Xemgîn destnîşan kir ku nêrîn û felsefeya Ocalan bandorê li hunermendên Kurd jî dike û got, “Yekîtiya neteweyî ya Kurdan çawa dikare pêk were, hunermend bi çi rengî dikarin bibin wijdanê civakê û çareserî çawa dikare bê afirandin. Em van hemûyan ji wî hîn dibin.”

Hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn diyar kir ku ji bo pêkhatina yekîtiya neteweyî beriya her tiştî divê Kurd li hev bikin û got, “Em destpêkê ji malbata xwe dest pê bikin. Em hewl bidin kesên ku li gel dijmin cih digirin qezenç bikin.”

 

Ji aliyek din çend vîdeoyên Şivan perwer belav bûn û beşek di vîdeoya xwe de behsa dîroka! Kurd dike.

https://www.facebook.com/naliatv/videos/2526221977660575/

Wek her tiştekî kesayet û di hûnermendî û denbêjiyê de jî gelekî girînge.

Nûçe/Analîz

 

Back to top button