Polîtîk

Li Amerika Kurd di nava qeyranan da “The Kurds in Crisis”

Rêxistina Dadperwerî ji bo Kurdan li Zanîngeha Yale ya Amerîkî mîhvandariya Kerîm Sincarî Birêvebirê Nivîsîngeha Serokê Kurdistanê û Nûnera Hikumeta Herêma Kurdistanê Amerîkayê kir

Rêxistina Dadperwerî ji bo Kurdan û Peymangeha Jackson ya Karubarên Navdewletî li Zanîngeha Yale konferansekî li asta bilind da li jêr navnîşana (Kurd li nav qeyranan da) “The Kurds in Crisis” encamda.

Li konferansê de di derbarê wan gefên ku rûbirûyê gelê Kurd dibin bi taybetî li Rojhilata Navîn hate nirxandin. Her dû birêzan Kerîm Sincarî Birêvebirê Nivîsîngeha birêz Serokê Kurdistanê û xanima Beyan Samî Abdulrahman Nûnera Hikumeta Herêma Kurdistanê li Amerîka wekî mîhvanên konferansê beşdarbûn. Kerîm Sincarî wekî axaftinkerê serekiyê konferansê beşdar bû ku gotara serekiya konferansê xwend.

Her wiha xanima Beyan Samî Abdulrahman li panelê da di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka axivî. Ev konferansa ku hatibû rêkxistin li gor rêsayên saziya Chatham House birêveçû.

Li vê konferansê de Tom Kaplan Damezrênerê Rêkxistina Dadperwerî ji bo Kurdan û Bernard-Henri Levy Feylesofê Fransî û General David Petraeus Birêveberê berê yê Dezgeha Hewalgiriya Amerîka û Brett McGurk Nûnerê berê yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletî û Generalê Xanenişînkiyê Brîtanî Sir Graeme Lamb û Staffan de Mistura Nûnerê Taybetiyê berê yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê Suriye û Iraq û Efxanîstanê û Ryan Crocker Balyozê berê yê Amerîka yê Iraqê û Robert Ford Balyozê berê yê Amerîka û çendîn berpirsên dinên hikumî û pîspor û şareza û rojnamevan beşdar bûn.

 

Back to top button