Mehmûd: Ellawî ji binî heta serî dijî Kurde

Di derbarê hewlên pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê û helwesta Kurd, Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê dide zanîn ku Ellawî ji binî heta serî dijî Kurde.

Mihemedê Hacî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê tekez dike Mihemed Tewfîq Ellawî ji binî heta serî dijî Kurde û ne xêra wî ji Kurdistanê û ne jî xêra wî ji Bexda re heye.

Dûpat jî dike ku Ellawî nikare hîç kêşeyek çareser bike.

Eve wiha kiriye Kurd zêdetir hest bi metirsiyê bike, ew karnameya ku Serok Wezîrê Raspardî di dema derbasbûyî de pêşkêşî Parlemen kiriye, têda hîç balkişandinek ji bo çareserkirina kêşeyên helawestiyê di navbera Hewlêr û Bexda pêre nebû.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: