Polîtîk

Hukumeta Kurdistanê civiya

Civata wezîrên Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 21.02.2017ê li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê de civiya û çend pirsên giring di rojeva Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.Di destpêka civînê de, Raber Sedîq birîkarê wezareta darayî û aborî bi wekalet, pilana wezaretê ya ji bona amadekirina raportekê li ser pêşbîniyên dahatinî û xerciyên giştî li Herêma Kurdistanê bo sala 2017ê behis kir û behsa wan pêngavan yên heta niha di vê çarçoveyê de hatine avêtin kir. Û her di vê çarçoveyê de, daxwaz ji hemû wezaret û saziyên hikûmetê hat kirin ku li gor dahatinî û xerciyên xwe zaniyariyên lazim bin bi wezareta darayî û aborî bidin daku rewşa êkonomî ya herêma Kurdistanê bo sala 2017ê organize bike.Mihemed Hacî Salih wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan û Mihemed Hawdiyanî wezîrê kar û karûbarên civakî ji beşdarên civînê re behsa serdana xwe ya bo her du welatên Swêd û Gorcistanê kir û diyar kir ku armanca serdana şandeyê ew bû; ji tecrûbeta serkeftiya wan her du welatan, bi taybetî di warê sîstema sosiyal li Swêdê, sud û mifa werbigirin. Daxwaz ji saziyên swêdî hat kirin ku dermanan ji bo ew nexweşxaneya li Helebceyê ji bona çareserkirina birîndarên çekê kîmiyayî hatiye dirust kirin dermanan û amûrên pêwîst jê re dabîn bikin.Serokwezîr destxweşî li serdana şandeya her du wezaretan bo her du welatên Swêd û Gorcistanê kir û daxwaz jê kir ku encamên serdanan xwe û ew lêktêgihiştinên bi wan welatan re îmaza kirine bişopînin, bi taybetî ew warên ji bo Herêma Kurdistanê lazimin.Serokwezîr, wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan raspard ku digel wezareta saxlemiyê, ji bona çareserkirina birîndarên çekê kîmiyayî, digel nexweşxaneyên Komara Îslamiya Îranê hevahengiyê bikin.Wezîrê karûbarên şahîd û enfalkiriyan behsa pilan û reformên di wezareta xwe de weke; jinûve rêxistina struktura îdariya wezaretê, kêmkirina xerciyan, kêmkirina fermange û yekîneyên îdarî, kêmkirina hijmara karmendên bi girêbest hatine damezrandin, kêmkirina kirêya saziyên ser bi wezaretê ve, nehêlna dumiaşiyê û çend warên din de kirine, kir.Civata wezîran piştgiriya xwe ji bo bernameya hevbeşa wezareta kar û karûbarên civakî û bankaya navdewletî ji bona reformên bingehîn di warê hevkariyên civakî û  ku bi awayekî bi tenê kesên misteheq ku hejar in û pêwîstiya wan bi wê hevkariyê heye li xwe bigire.Wezareta pilandananê hat raspardin ku bi berdewamî civata wezîran li ser pêşveşûn û astengiyên li pêşiya bicîkirina nexşerêya  refomêm aborî ku par sal bi hevkariya tîmeke bankeya Navdewletî hatibû amade kirin, civata wezîran hayder bike.

Back to top button