Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di derbarê pêşeroja Kurdistanê de dilxweşiya  xwe di peyamekê de ragehand.Piştî beşdariya serok Barzani di Konfransa Asayîşa Cîhanî ya Munchenê û hevdîtina ligel Serokê Fransayê François Holland, li ser rûpela xwe Facebookê peyamek belav kir.Mesûd barzani dibêje: “Amadehiya bi hêz a Herêma Kurdistanê li Kongreya Asayîşa Cîhanî li Munchenê û danûstandinên li gel kesayetî û şandên welatên bibandor li cîhanê derbarê rewşa navçeyê û çarenivîsa Herêma Kurdistanê cihê geşbîniyê ye.”Herwiha Barzanî di peyama xwe de jî wiha got:”Ev pêgeha giran a Herêma Kurdistanê di hevkêşeyên germ ên siyasiyên cîhanê de berhema îradeya azadîxwazaî û qurbanîdana keç û xortên wê ye. “

Nêrînek

  1. BIKARANINA PEYVEKE ŞAŞ Û NAREWA!\r\n\r\nHatiye nivîsandin ango Serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî: “.. Di derbarê PAŞEROJa Kurdistanê de…” Paşeroj ew roj e ku KURDISTAN derketiye holê. Lê ji neteweyan re, ji welat û cihan re “musteqbel” PÊŞEROJ e. Paşeroj ji bo wan kes û zindiyan tê gotin ku roja wan a dawîn heye, weke zindiyan ku roja mirina wan paşeroja wan e. \r\nEger Qiyamet jî rabe, tenê guhertin dikeve dinyayê, lê paşeroj tune. Îcar eger Kurdistan rizgar bibe jî û nebe jî, her Kurdistan e.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: