Civak

Hukumeta AKPê û HDPê

Li Tirkiye hukumeta nû ya ku wek hukumeta hilbijartinê tê navkirin hate avakirin. CHP û MHP li himber hukumetê helwesta ku bi tu awayî têkil nebin dan ragihandin.HDP bû şirikê hukumetê. Li vê derê pêwiste rewşa HDPê taybetî bê nirxandin. Tevlibûna HDPê ya bi biryara partiyê bi tu awayî ne ji siyaseta PKKê cudaye. Bi awayak din piştî Qendil biryar daye ji nû ve berpirsên HDPê daxûyanî dan ku tevlî hukumetê bibin.Lê Leven Tuzel parlementerê HDPê ne bi biryara HDPê, bi biryara partiya xwe helwest danî û tevlî hukumeta nebû. Başe niha tevlîbûna HDPê divê çewe bê nirxandin.Ji berî hertiştekî ev hukumet a AKPê ye bila kesek xwe nexapîne. CHP Û MHP herweha parlementerê HDPê Tuzel ji bo helwesta dijê AKPê û Erdogan di hukumetê de cîh negirtin.Lê HDPê AKPê re li hevkir û di hukumetê de cîh girt. Ev yek tê wê wateyê ku li gora daxuyaniyên wan şerê li dijê AKPê derew eû xapandina kurdan bi xwe ye.Ji aliyekî hevkarê li aliyek din şer û sedan çekdarên PKKê, polis û esker têne kuştin…. Gelo bi çi mejiyî ev yek tê şirove kirin.Wek din rewşanbîrên kurd ku ji bo HDP dijitiya AKPê dikin , gelo niha ji bo vê hevkariya herdu aliyan çi dibêjin.Lê ew zanenê her dî li gora berjewendiyên xwe sedeman peyda dikin…Yên di vê bazarê de dixûsire cardin kurd bi xwe ne…Nûçe/Analîz

Back to top button