Cîhan piştevana Kurdistanê ye

Fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê digel diplomatkar û nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê civiya û ji wan re behisa rewşa herêma Kurdistanê bi giştî û encamên civînên navbera aliyên siyasîyên Kurdistanê li ser pirsa serokatiya herêma Kurdistanê kir.Di civînê de ku Fuad Hisên serokê dîwana seroaktiya herêma Kurdistanê amade bûn, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, tevî wan arîşe û astengiyên herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, çend konsulxane û nûneratiyên welatên biyanî weke; Kwêt, Sudan û Yekêtiya Ewropayê li herêma Kurdistanê hatine vaekirin û ev yek jî wê yekê nîşan dide ku welatên biyanî bawrî bi siyaset û emniyeta herêma Kurdistanê ji aliyê cîhanê ve berdewame.Mistefa di axavtina xwe de sipasiya welatên endamên hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAÎŞê kir û got ku bi piştgirî û hevkariya wê hevpeymaniyê pêşmergeyên mêrxas karîn êrîşên terorîstan bişkînin û serkeftinên mezin bi dest bixin. Berpirsê têkeliyên derve behsa rewşa koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene kir û sipasiya welatên Komekbexiş û sazaî û ajansên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve kir ku di warê însanî de hevkar û alîkarên hikûmeta herêma Kurdistanê bûn, lê di heman demê de daxwaz ji civaka navdewletî kir ku zêdetir di hewara koçber û penaberan bên û barê herêma Kurdistanê sivik bikin, bi taybetî di vê qonaxê de ku herêma Kurdistanê di kirîzeke êkonomî de ye.Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, behsa kirîza siyasî û civînên berdewam yên li ser pirsa seroaktiya herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku, pirsa seroaktiya herêma Kurdistanê hem pirsek siyasî û hem jî pirsek qanûnî ye.Hisên ji beşdarên civînê re diyar kir ku, di civîna roja 26.08.2015ê her pênc aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê li ser pirsa serokatiya herêma Kurdistanê li ser 13 xalan li hev kir û hêvî kir ku di civîna bê de (30.08.2015) aliyên siyasî bi timamî li hev bikin. Serokê dîwana seroaktiya herêma Kurdistanê eşkere kir kur xala sereke ku xala xîlafê ye, pirsa awayê hilbijartina serokê herêma Kurdistanê ye ka glo serok rasterast ji aliyên xelk yan jî li parlamnetoyê bê hilbijartin. Li gor Fuad Hisên, di civîna 18.08.2015 ku hemû aliyên siyasyên herêma Kurdistanê beşdar bûn û civîna pêncalî de li 19.08.2015ê ku nûnerên Amerîka, Birîtaniya û Neteweyên Yekgirtî jî amade bûn, li wê yekê li hev kiribû ku civîna awarteya parlamentoya bê paşxistin heta aliyên siyasî li hev bikin, lê hindek aliyan xwestin ew civîan awarete bê saz kirin, û ji encamê neamadebûna hijmara qanûnî ya parlamenteran civîn nehat kirin û herêma Kurdistanê qonaxa metirsiya têkçûna pirosesa siyasî û valahiya qanûnî derbas kir. Li dor çaksaziyên Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê jî, Hisên got ku herêma Kurdistanê piştevaniya wan reformên Eabadî dike, lê divê reform û gihertinên li gor bername û pilanên pêşwext bin û hemû alî û pêkhateyên Îraqê tê de beşdar bin.Konsul û nûnerên welatên biyanî û Neteweyên Yekgirtî di civînê de axafin û hemû li ser wê yekê yekdeng bûn ku, welatên wan dê li ser hevkarî û piştevaniya herêma Kurdistanê berdewam bin û hemû ew welat dixwazin aliyên siyasên herêma Kurdistanê li hev bikin û xebatên partiyên siyasyên herêma Kurdistanê yên ji bona çareserkirina pirsa serokatiya herêma Kurdistanê dilxweşker in.Diplomatkar û nûnerên van welatên beşdar bûn; Felestîn, Frensa, Îmarat, Trikye, Çîn, Birîtaniya, Îtaliya, Koreya Başur, Almaniya, Romaniya, Îran, Rusiya, Macaristan, Kwêt, Urdin, Holenda, Misir, Amerîka, Komara Çekê, Kanada, Bulgariya, Sudan û saziya UNAMI ya ser bi Neteweyên Yekgirtî.