Civak

HUDA PAR: Armanca me ew e ku Kurdî wek duyemîn zimanê fermî bê naskirin

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Yılmaz wiha dibêje: “Em dixwazin ku, zimanê Kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Lê dîsa jî divê kurd ji bo zarokên xwe kurdî wek dersa hilbijartî hilbijêrin, zarok zimanê xwe yê zikmakî tercîh bikin û hîn bibin. Armanca me ya dawî ew e ku em kurdî pêşî wek zimanê perwerdeyê û paşê jî wek zimanê duyemîn yê fermî bidin naskirin.”

Mehmet Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir wan parastiye ku divê kurdî wek zimanê fermî yê duyemîn bê qebûlkirin û bibe zimanê perwerdehiyê. Yilmaz, destnîşan kir ku ji bo ev mijar li Meclîsê bi awayekî xurtir derkeve holê ew hêvî dikin ku Kurd bibin arîkar.

Back to top button