Serokwezîr bêdengî şikand û rewş zelal kir
Peyama serokwezîr Mesrur Barzanî li ser rewşa Herêma Kurdistanê û kirîza darayî li devera Silêmaniyê
Hevwelatiyên hêja
Min û kabîneya min li pêşberî Parlamentoya Kurdistanê û we yên xweştivî sond xwariye ku ji bo berjewendîyên bala yên gel û welatî kar bikîn û qewareyê destûrî yê Herêma Kurdistanê biparêzîn. Her ji ber vê yekê jî her ji destpêka vê kabîneyê em wisa rêkeftîn ku şûnwarên duîdreyîyê nehêlîn û biryarên hikûmetê, li sertaserî Herêma Kurdistanê, bi yek awayî cîbicî bibin.
çênab li tu beşê Herêma Kurdistanê, biryarên hizbî yan takekesî, rê li pişiya cîbicîkirina biryarên hikûmetê bigirin. Ez bi awayekî wekhevî li tevaya Herêma Kurdistanê mêze dikim û li hember hemû hevwelatiyên Herêma Kurdistanê, hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe xwe bi berpirsiyar dibînim. Lê mixabin, rêgirî tê kirin û asteng ji bo hikûmta herêmê tên dirust kirin ku, vê jî ziyan bi jiyan û jiyara hevwelatiyan gihandiye.
Nêzîkî du salan e, pirsgirêkên komkirina dahat û nebûna diravî di bankayên sînorê; Silêmanî, Germiyan, Helebce û Raperin heye. Me ev pirsgirêk şopandiye û komîteyek ji wezareta Darayî û Navxwe ji bona şopandina vê pirsgirêkê pêkanî, lê esasê vê pirsgirêkê ev e ku hin kes û alî ji bo berjewendîyên xwe, di prosesa komkirina dahatiyê wê deverê da mudaxele dikin. ji ber hindê her ew kes û alî ji ziyan û zirarên bi welatiyan û saziyên hukûmetê digihin berpirsiyar in.
şefafiyet ev e ku hukûmet bixwe çavdêriyê li ser tevahiya prosesa komkirina dahatan bike, ne bi tenê haydarî wê pişkê ya ji bo hikûmetê tê veqetandin be. Di destpêka vê kabîneyê da, me hewil da ku dahatên herêmê ji nû ve organîze bikîn û heta astek baş di vî warî da serkeftî bûyîn û her ji ber vê yekê, me karî qonaxa dijwara bêdahatiyê li destpêkda peydabûna pandemiya Koronayê derbas bikîn.
Hevwelatiyên hêja
Ev demeke ji aliyê saziyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku hevkarên sereke yên vê kabîneyê ne, wisa didin xuyakirin ku ambargo li ser sînorê Silêmaniyê heye. Hemû şarezayên rewşa darayî ya herêmê dizanin ku dahatên neft û herwesa ew beşe budceya car-caran ji Bexdayê tê, bi awayekî wekhev hatiye dabeş kirin û mûçeyên karmendan pê hatine dayîn, lê ya ku cihê helwestwergirtinê ye, dahatê neneftî yê navxweya Herêmê ye ku beşeke mezin jê dahatê deryên sînorî ye, lê mixabin, rê nehatiye dan ku di vî warî da dahatiyê Silêmanî, Germiyan, Helebce û Raperîn bê rêkxistin, ji ber hindê serkirdayetiya YNKê berpirsiyar in li hember wê rewşa li wê deverê dirust bûye.
Ger berjewendiya welatiyên me di ser berjewendîyên hizbî ra deynin, hîngê çareseriya vê rewşê hêsan e û me plan û bernameyên bi bandor hene ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û di vî warî da me pêngavên baş ji bo çareserkirinê avêtine. Lê mixabin, rêgirî hat kirin di cîbicîkirinê da û pişt ra jî kiryara terorkirina Hawkar Caf ev prosese bi temamî xetimand.
Pirsgirêkên darayî û komkirina dahatê bi qasî du salane heye û bi dehan civîn li ser vê pirsgirêkê hatine kirin û ji bo çareseriyê berçavroniyek baş hebû.
Biryara Encumena Wezîran heye ku hêzên hevbeş bişînin ser deriyê sînor, lê YNK rêgirî kir û tehdît kir ku heke ev gengaz be, dê şerê navxweyî pêk were. Ji ber hindê di vê demê da azirandina vê pirs û mijarê bi tenê ji bo hindê ye ku fokus nekeve ser pirsa terokirina Hawkar Caf di cergê paytextê Herêma Kurdistanê da. Herêma Kurdistanê û Pêşmerge sembola rûbirûbûna terorê bûne û nabe di navxweya Herêma Kurdistanê da kes hebin ji bona yekalîkirin pirsgirêkêm xwe dest bo terorê bibin..
Di vê keysê da, me tu alî tawanbar nekirine, bi tenê navên çend kesên gumanbar hene ku divê radestî dadgehê bikin û ji bona vê armancê jî, bi fermî name ji rayedarên têkildar ên li Silêmaniyê ra hatiye şandin . Ji destpêkê ve, me got ku bila komîteyek lêpirsînê ya hevbeş hebe û terefê sêyemîn jî, heta li ser asta navdewletî jî beşdariyê di lêkolînan da bikin, lê mixabin, heta nuha bersivek ji bo vê daxwazê tune. Ji ber vê yekê, pirsgirêk ne dahat û rewşa aborî ya li Silêmaniyê ye. tiştê ku heye ewe ku daxwaz ji me tê kirin ku keysa Hawkar Caf bê bêdeng kirin ku ev jî daxwazek ne rewaye û nabe hevwelatiyên herêmê debûl bikin.
Rewşa herêmî ji me daxwaz dike ku pirsgirêkên xwe çareser bikîn û bihêz ber bi paşerojê pêngavan pavêjîn.
Li vir, ji bo berjewendiya gelemperî û derbasbûna vê qonaxê, ez ê xalên jêrîn li ser gel û hemî partiyan pêşkêş bikim:
1- Di derbarê doza terorkirina Hawkar Caf da, ku egerê vê rewşa tevlihev e, ez daxwaz dikim ku destpêkê sûcdaran teslîmî dadgehê bikin û piştre komîteyek hevbeş ji saziyên peywendîdar bi berheviya aliyê navdewletî û nûnerên Parlamentoya Kurdistanê yan her welatekê dost ku bixwaze beşdar be bê pêkanîn da ku lêpirsîn bi zûtirîn dem bi wan ra were destpêkirin û encaman ji gel û raya giştî ra eşkere bikin.
2- Di destpêka destbikarbûna kabîneya nehan da, daxwaz hate kirin ku pirsa lamerkezoyet (decentralizim) û şorkitian desthelatên dahat û xercî cîbicî bikin, ji ber hindê ew desthelat hatin şorkirin. Nuha ji aliyê tîma wezarî ya YNKê ve tê daxwaz kirin ku xercî bibin merkezî. Eger ev yek tê daxwaz kirin hîngê divê komkirina dahatê jî bibe merkezî û prosesa komkirina dahatê, bi taybetî li deriyên sînorî, di bin serperiştiya û çavdêriya çir a merkezî da be. ji bona vê armancê jî divê hevahengî di navbera wezaretên Darayî, Navxwe û Pêşmerge da hebe daku rê li qaçaxçîtiyê û destbirin bo dahatiyê sînoran bê girtin û pêkanîna hêzeke hevbeş ji bo vê armancê pêwîst e.
3- Divê li ser prosesa reformê û yekgirtina hêzên Pêşmerge rêgirî neyê kirin. Di vê kabîneyê de, ji bona çaksaziyên hêza Pêşmerge û yekgirtina wan me bi kiryar pêngav avêtine û divê hêza Pêşmerge bibe hêzeke niştimanî ya bihêz ji bo parastina qewareyê destûrî yê Herêma Kurdistanê û bidûrxistina gefan û dûr ji ecendayên hizbî û takekesî.
4- Ji bo berjewendiya gel û pêvajoya demokratîk li herêmê, divê zûtir Parlamnetoya Kurdistanê bicive û xwe ji bo aktîvkirina Komsiyon Hilbijatinan amade bike daku ji bona ku îsal hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên kirin bi kiryar pêngavan pavêje. Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye hemû pêvîtiyên hilbijatinan di zûtirîn dem da dabîn bike.
5- Partiyên siyasî yên beşdar di hukûmetê da, wekî hizib, divê piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, çênabe di nav hukûmetê da bin û rola dijberiyê/opozisyonê bilîzin. Divê wezîr û tîmên wezariyan jî karnameya hukûmetê cîbicî bikin, çênabe pirsgirêk û tevlîheviyên siyasî bo nav hikûmetê veguhêzin. Divê ji derveyî hikûmetê hewila çareseriya pirsgirêkên siyasî bidin, çênabe karê hikûmtê bixetimînin.
Mesrour Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistana raqê
15.01.2023