Daxuyaniya Akademîya Kurdî li Stockholmê
Akademiya Kurdî li Stockholmê daxwaz ji Tirkiyê kir ku Qanûna Bingehîn a xwe biguherîne ji bo
dersa bijarte û perwerdeya bi zimanê dayîkê.
Ferqa di navbera qanûn û makezagonê çi ye?
Naveroka Makezagona Bingehîn a Tirkiyê li ser çi ye?
Kîjan makezagon li ser sîstema perwerdeya Tirkiye radiweste, dê zarokên kurd çawa perwerde bibin?
Ji bo dersa bijarte bi zimanê kurdî di makezagona Tirkiyeyê de guhartinên nû hewce ne. Lê hezarî
mixabin aqilmendên tirk dîsan dixwazin kurdan bixapînin û kurdan ber bi Tirkiyetîyê bibin. Niha HDP,
partiyên tirk û hin partiyên kurdan jî ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê li dibistanên Tirkiyê têkoşînê didin,
diqîrin û diqîrin. Lê mixabin, qîjeqîj, qîreqîr, qareqar, barebar, qarînî û qîrînîya wan bêwate ye. Ji bo
perwerdeya bijarte bi zimanê dayîkê guhartinên nû di makezagona Tirkiyeyê de hewce ne. Li Swêdê çar
makezagon hene ku ji bo tevahiya welatî derbasdar in. Di van qanûnan de mafên kêmneteweyan û gelên
kevngel/ xwecihî hatine garantîkirin. Ji bo tevahiya Swêdê jî qanûna dibistanê heye. Mafên herkesî
/herkesê ku dixwîne di qanûnên Swêdê de hatiye bicîhkirin… Li vir tawan û sûc ne tenê dewleta tirk e,
kêmasîyên siyasetmedarên Kurd jî hene. Ew nizanin çawa mafên xwe yên çandî, zimanî, civakî û siyasî
bi dest bixin.
Divê her kes ”Qanûna sîstema perwerdeyê” bişopîne. Qanûn / yasa rêyek e ji bo guhartina perwerdeya
sîstema Tirkiyeyî ye…Qanûn çawa çêdibin, çawa tên guhartin? Yasa/qanûn bi rastî çi ye, kî biryarê li ser
qanûnan dide û pêvajo çawa encam dide? Ev mijar hemû qanûnî ne û bêyî guhartina qanûnan,
fermîkirina zimanê kurdî ne gengaz e. Divê perwerdeya zimanê dayîkê di qanûna bingehîn de were
pejirandin û biryarkirin.
Akademiya Kurdî daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê dike ku bi pêşengîya wan qanûna
bingehîn ya Tirkiyê bihê guhartin ji bo nasîna mafê gelê kurd ku ew gelê xwecihî û kevnargel e. Ji alîyê
xwe ve Akademiya Kurdî li Stockholm ́ê bang li dewletên ku Kurd wekî gelê xwecihî (xwemalî) lê dijîn
dike da ku ew mafê Zimanê Kurdî wekî mîrata çandîya mirovahîyê nas bikin û kurd dest bi perwerdeya
xwe yê zimanê zikmakî bikin. Daxwaza me ev e ku li van welatên ku kurd lê dijin Kurdî wekî tirkî, erebî û
farisî bibe zimanê dibistanê û fermî. Kurd xwedî ziman, mîrata çandî, ol û warê xwe (territorî) ne.
UNESCO di 21ê meha Sibata sala 1999an de bi armanca bîranîn ango parastina mafên nivîsandin û
axaftina her netewe, hindiknetewe (kêmnetewe), herkesî/herkesê heye ku ew zimanê xwe azad bipeyve,
bixwîne û binivîse. Ji bilî kurdan,divê mafên gelên xwecihî / gelên kevnare yên wekî Asurî, Suryanî,
Ermenî û hindikahiyên din jî bihête parastin.
Em dubare dikin, Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999an
de 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ragihand. Ji bo Kurdan, wateya vê rojê pir girîng e.
Ji ber ku Zimanê Kurdî hîn jî bi gelek astengiyan re rûbirû ye).
Neteweyên Yekbûyî û Navandina Mafê Gelê Xwecihî/Kevnargel, 13ê Meha Îlona Sala 2007an
Biryara NY ya di derbara mafên gelên xwecihî ango kevnargel de balkêş e. Ew biryara balkêş di 13ê
meha îlona sala 2007an de hat navandin (di benda 3an de…). Bingeha Danezana Neteweyên Yekbûyî
ya di derbara mafên gelên kevnare / xwecihî de bendên mafê çarenûsê hene û kurd bi wan dikarin
bigihîhe mafê xwe yê zimanê zikmakî. Em vê mijarê dubare dikin û dibêjin: “Divê Tirkiye guh bide NY û
“Qanûna xwe ya Bingehîn” biguhirîne da ku mafên gelê kurd wekî gelê Xwecihî ango kevnaregel binpê
nebe”. Akademîya Kurdî daxwazê ji NY dike ku kurd wekî gelê xwecihî li gorî bendên wê bigihîje mafê
xwe yê zimanê zikmakî. Ne normal e ku neteweyek 50 mîlyon be, ji zimanê xwe bêpar bimîne. Zimanê
dayîkê ango zikmakî hem mafekî mirovî û hem jî xwedayî ye û li gorî qanûnên NY, ew daxwazekî
xwezayî ye.
UNESCO
UNESCO di 21ê meha Sibatê ya sala 1999an de bi armanca bîranîn ango parastina mafên nivîsandin û
axaftina her netewe, hindiknetewe (kêmnetewe), herkesî/herkesê heye ku ew azad bipeyve û binivîse.
Divê Tirkiye qanûna xwe ya bingehîn biguhirîne da mafê gelên xwecihî binpê nebe. Pirsgirêk di qanûna
bingehîn de heye e û divê ew bihête guhartin da ku kurd bikaribin bi zimanê xwe nivîsînin, bipeyvin û
bixwînin.
KONVERSIYONA ZAROKAN û ZIMANÊ ZIKMAKÎ
Naveroka Konversiyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî ji 54 bendan pêkdihê. Benda 30î di derbara
mafê zarokên hindikneteweyan de ye. Li wan dewletên ku hindiknetewe tê de hebin, divê mîrasa kultura
wan wenda nebe. Mafên hindikneteweyên kevnare yên zimanî, olî, çandî û hawayê jîyana wan dihê
parastin da ku ew mîrasa kevnare wenda nebe. Zarokê/a ku ji hindikneteweyekê be ango jî aîdî
kevngelan be, mafê wî/wê yê ziman, çand û olî heye. Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên
Yekbûyî, mafên ferdekî/ê (her zarokek) heye ku ew bi zimanê xwe perwerde bibe û nasnameya xwe nas
bike (bend: bend 8, 28, 29, 30, çand bend 31).
Akademiya Kurdî li Stockholmê daxwaz ji Tirkiyê kir ku Qanûna Bingehîn ya xwe biguherîne. Ji
alîyê din ve em bangê Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî dikin ji bo guhartina Qanûna
Bingehîn a Tirkiyê.
01.01. 2021 / 12.01.2023
AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM
Sekreterê Akademiya Kurdî
Dr. Najmaddin KARÎM
Serokê Akademîya Kurdî
Maruf YILMAZ